Ciwanên Dêrazorê pêngavek li dijî madeyên hişbirê ragihand

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê pêngava hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbir ragihand. Pêngav wê 2 mehan dewam bike.

Ciwanên Dêrazorê pêngavek li dijî madeyên hişbirê ragihand
27 adar, 2023   16:32
DÊRAZOR

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi daxuyaniyekê pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir ragihand. Daxuyanî bi beşdariya endamên komîteyê li yarîgeha futbolê ya bajarokê Kîsrayê yê rojavayê Dêrazorê hat xwendin.

Hevserokê komîteyê Xalid El Selame daxuyanî xwend û got: "Erkê me ye ku em ciwanan ji metirsiyên madeyên hişbir hişyar bikin, ji ber ku madeyên hişbirê îradeya mirovan têk dibe û wan ji nirxên exlaqî û mirovî û çandî qut dikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê wê 2 mehan bidome. Li gorî daxuyaniyê di pêngavê de dê çalakiyên cuda ji bo rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişbir werin lidarxistin.

(mh)

ANHA