​​​​​​​Parlamentoya Viyanayê Komkujiya Helebceyê wek 'jenosîd' qebûl kir

Parlamentoya Viyanayê di civîna xwe ya 23'yê Adarê de bi rayên hemû parlamenteran Komkujiya Helebceyê wek jenosîd nas kir.

​​​​​​​Parlamentoya Viyanayê Komkujiya Helebceyê wek 'jenosîd' qebûl kir
25 adar, 2023   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Eyaleta Viyanayê ya Awisturyayê bi yekdengî û bi biryara hevpar a Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awisturyayê û Awisturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) Komkujiya Helebceyê wek jenosîd (qirkirin) nas kir.

Parlamentoya Viyanayê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara xwe ragihand. Li gorî daxuyaniyê, biryara Keskan, Partiya Sosyal Demokrat û NEOS'ê bi yekdengî hatiye qebûlkirin û Komkujiya Helebceyê ji aliyê Parlamentoya Viyanayê ve wek jenosîd hatiye qebûlkirin.

BÊRÎVAN ASLAN: DI DÎROKA SIYASÎ YA AWISTURYAYÊ DE YEKEMÎN E

Parlamentera Awisturyayê Bêrîvan Aslan jî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de ev biryar eşkere kir. Bêrîvanê got: “Di dîroka siyasî ya Awisturyayê de yekem car bi hewldana min sûcekî komî yê li dijî Kurdan wek 'jenosîd' hat qebûlkirin. Êrişa bi gaza jehrî ya li Helepçeyê ji aliyê hemû partiyên li Parlamentoya Viyanayê ve bi yekdengî wek 'jenosîd' hat qebûlkirin.”