​​​​​​​Çeteyan li Efrînê îşkence li ciwanekî kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li ciwanekî ji navçeya Cidirêsê ya Efrîna dagirkirî kir û motorsîklêta wî dizî.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê îşkence li ciwanekî kir
25 adar, 2023   07:33
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, çeteyên “Ehrar Şerqiyê” li navçeya Cindirêsê îşkence li ciwanê bi navê Hesen Mihemed Elî (20) kir û motorsîklêta wî dizî.

Xizmekî ciwanê ku îşkence lê hatiye kirin, got çeteyan ciwan ji serî û pozê wî birîndar kiriye, li ser wê yekê ew ji ser hişê xwe çûye. Piştre ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Cindirêsê û tê payîn ku ji wir jî veguhêzin nexweşxaneyeke bajarê Idlibê.

Çeteyan di 20`ê Adarê de 4 welatiyên Kurd ên ji heman malbatê ku agirê Newrozê pê dixist, qetil kiribûn.

(cx)

ANHA