ENKS′ê gef li şêniyên Cindirêsê xwarin da ku dernekevin xwepêşandanan

Şêniyên Cindirêsê gefên berpirsekî ENKS′ê ku dernekevin xwepêşandanan red kir û got ew ê xwepêşandanan dewam bikin.

ENKS′ê gef li şêniyên Cindirêsê xwarin da ku dernekevin xwepêşandanan
24 adar, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî ENKS′ê gef li şêniyên Cindirêsê xwar ku ji bo şermezarkirina sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dernekevin xwepêşandanan. Lê şêniyan diyar kir ku ew ê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin.

Dihat payîn şêniyên Cindirêsê bi beşdariya şêniyên Efrînê xwepêşandaneke girseyî li Cindirêsê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar bixista. Lê çeteyan bi fermana dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û xwest xwepêşandanekê ji bo desteka qaşo ′şoreşê′ li dar bixin û şênî hişyar kirin ku alên ji bilî alên wan hilnedin.

(fr)

ANHA