TEV-DEM: Rewşa li Efrîna dagirkirî karesat e

TEV-DEM′ê da zanîn ku rewşa li Efrîna dagirkirî karesat û metirsî ye û bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dawî li dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, bînin.

TEV-DEM: Rewşa li Efrîna dagirkirî karesat e
24 adar, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komkujiya li dijî malbteke ji Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Efrîna dagirkirî di rewşên mirovî yên kirêt, karesat û metirsiyeke mezin û jiyana li gel dewleta Tirk a dagirker û çeteyan re derbas dibe. Sûcên li Efrînê pêk tên, nîşaneya rewşa xeternak e, dewleta Tirk a dagirker berpirsa vê yekê ye.

Em bang li NY′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin, bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û şêniyên Efrînê ji komkujî û siyaseta qirkirinê biparêzin. Ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî herêma Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî bixebitin."

(fr)