Li 4 bajarên din ên Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê

Pîrozbahiyên Newrozê li bajarên Antalya, Îzmîr, Mêrsîn û Gezbeyê yên Tirkiyeyê jî bi tevlêbûna bi hezaran kesî dest pê kirin.

Li 4 bajarên din ên Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê
19 adar, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroza 2023`yan bi coşek mezin tê pîrozkirin.

Newroz bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk û bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin.

Bi hezaran welatiyên ji serê sibehê ve li qadan kom bûn, dirûşmeyên “Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Em li dijî faşîzmê bibin yek”, "Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz dikin.

Qad bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk û flamayên kesk, sor û zer hatine xemilandin.

ANTALYA

Newroz li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal tê pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin.

Newroz, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo qurbaniyên erdheja Mereşê dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşmên li dijî îktîdara AKP’ê berz kirin. Newroza Antalyayê ku hêrs û serhildana lê serwere, bi dirûşman didome.

ÎZMÎR

 Di pîrozbahiya Newrozê ya Îzmîrê de bi hezaran kes ji ber xemsariya îktidarê ya di erdhejê de hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dide.

Piştî welatî li ber nokteyên lêgerînê ya polîsan hatin sekinandin, li ser wan lêgerîn hat kirin û paşê wan berdan qadê.

Li qadê dovîzên nivîsên wek "Newroz pîroz be", "Berxwedan jiyan e" li serê nivîsandibûn, alên HDP, Partiya Çep a Kesk, gelek partiyên din û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê tevî ku baran dibare jî bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newrozê pîroz dikin.

Pîrozbahiya Newrozê ya Mêrsînê li Qada Tirmil a navçeya Akdenîz tê lidarxistin. Li qada Newrozê gel kom dibe. Ji gelek taxên Mêrsînê xelk herikî qadê û her wiha gelek welatî ji Edene û Osmaniyeyê jî tev li Newrozê bûn.

Jin bi cilên xwe yên netewî beşdarî pîrozbahî bûn. Li ser dika Newrozê dengê stranên berxewdanê olan dide. Jinan jî stran gotin û welatiyan li wan vegerand.

GEBZEYÊ

Li Gebzeyê gel daket qada ku wê agirê Newrozê lê bê vêxistin. 

Li Qada Bazara Girtî ya Mewlana ya li navçeya Gebzeyê ku pîrozbahî dê lê bê lidarxistin, di saetên serê sibê de dest pê kir.

 Tevî barîna baranê û hewayê sar daketina qadê didome. Li qada Newrozê Şalên kesk û sor û zer û cilên herêmî yên ku jin û zarokan li xwe kirin dîmenên rengîn derxistin holê.

(cx)