​​​​​​​YJŞ`ê şehadeta şervanekê ragihand

YJŞ`ê ragihand ku şervana wan Arya Zekî, 15`ê Adarê di encama lehiyê de şehîd bûye.

​​​​​​​YJŞ`ê şehadeta şervanekê ragihand
18 adar, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di encama lêhiyê de şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) Arya Zekî dema ku li ser erka xwe bû bi lêhiyê re rû bi rû hat. Piştî lêgerîna 2 rojan cenazeyê şervana me hat ditîn.”

Di berfirehiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Jinên Êzidî ji bo ji fermanan re bibin bersiv, tola gel û jinên ketine destê çeteyên DAIŞ’ê hilînin, di nava fermanê de ji bo xwe rêxistin bikin, hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) ava kirin. Jina Êzidî ya ku xwe bi rêxistin kir bu kêlî bi kêlî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û tola xwe hilandin. Ji ber vê jî keçên Êzidî bûn xwedî hêz û di roja me ya îro de hêza jinên Êzidî gihişt hezaran.

Hevrêya me Arya Zekî jî, yek ji wan sedan keç û xortên Êzidî bûn ku di 2018’an de dema dewleta dagirker a Tirkiyê mamê civaka Êzidî Mam Zekî şehîd dixînin, berê xwe dane nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ). Hevrêya me Arya, navê mamê civaka Êzidî dike paşnavê xwe û soza xwe dide gel û xaka xwe. Arya bi wî temenê xwe yê ciwan, dibe xwedî lêgerîneke pir mezin ya jiyaneke azad. Dilê şervana ciwan her tim ji bo azadiyê lê dida. Arya şerkeriya û dil wêrektiya xwe ji mamê xwe yê şehîd Şêx Xeyrî digire. Arya Zekî her tim di nav hevalê xwe bi dilnizmiya xwe û sadebûna xwe ve dihat nasîn û wê bi wî rengî jî di dilê hevalên xwe de were jiyîn.

Weke hevrêyên wê em di serî de ji malbata xwe ya hêja û tevahiya malbatên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin bîranîn şehîdên me wê bi azadiya xaka me û gelê me mîsogerkirina wê be.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Navê; Aryen Zekî

Nav û paşnav; Neam Xidir

Navê dayîk û bav; Kamo – Xidir

Cih û dîroka dayîkbûyînê; 2004 – Şengal – Xeyalê

Dîroka tevlîbûyîna; 2018-Şengal

Cih û dîroka şehadetê; 15.03.2023-Şengal.

(cx)