Bafil Talebanî ji ber şehadeta 9 şervanên QSD`ê sersaxî xwest

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji ber şehîdbûna 9 şervanên QSD’ê ji gelê Kurd û gelên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Bafil Talebanî ji ber şehadeta 9 şervanên QSD`ê sersaxî xwest
18 adar, 2023   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh (17`ê Adarê) daxuyaniyek da û ragihand ku dema hêzek Yekîneyên Antî-Teror (YAT) diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku wan vediguhstin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin, di encamê de 9 şervanên wan ku di nav de Fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî hebû, şehîd bûne.

Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê şehadeta 9 şervanên QSD’ê de peyamek belav kir.

Bafil Talebanî ji ber şehadet şervanên QSD’ê xemginiya xwe anî ziman û wiha got; “Şehîd Şervan Kobanê û Yekîneyên Antî-Terorê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Rojava rolek bi bandor lîstin û xaka pîroz ya Kurdistanê ji destê terorê parastin û dîrokek tije serwerî qeyd kirin.”

Talebanî di peyama xwe de ragihand ku ew bi dîroka geş ya hêzên Dije-Teror ya li kêleka Yekîneyên Antî-Terorê yên Rojavayê Kurdistanê ku di oxira parastina xaka Kurdistanê de têkoşîn kirine û destanên qehremanî nivîsandine, serbilind in.

Di dawiya peyama xwe de serokê YNK’ê sersaxî xwest; “Sersaxî ji Fermandarên Hêzên Suriyeya Demokratîk, Yekîneyên Antîteror û hemû gelê Kurd, bi taybet xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê re dixwazim.”

(cx)