Li Dêrazorê DAIŞ`iyek hat girtin

Yekîneyên Antî-Terorê yên girêdayî QSD`ê bi operasyonekê çeteyekî DAIŞ`ê ku agahiyên îstixbaratî didan şaneyên DAIŞ`ê, girt.

Li Dêrazorê DAIŞ`iyek hat girtin
15 adar, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 13`ê Adarê de, Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên girêdayî QSD`ê li herêma Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê girt. Wî çeteyî agahiyên îstixbaratî didan şaneyên DAIŞ`ê ji bo ku êrişên terorê pêk bînin û ewlehiya herêmê xira bikin.

Piştî xebatên çavdêrî û şopandinê, hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî girt ser cihê ku çete xwe lê veşartiye û ew girt. Her wiha ev çek û amûrên leşkerî yên pê re desteser kirin:

-Kilaşînkof hejmar /1/.

-Telefonên destan hejmar /3/.

-Miqadarek cebilxane.

Ev operasyona di çarçoveya operasyonên serkeftî yên QSD`ê û hevkarên wê yên têkoşîna dijî terorê de pêk tê. Dê ev operasyona heta tunekirina DAIŞ`ê bi temamî li herêmê bidomin.”

(cx)