Romana Ulysses bi Kurdî derket

Nivîskar û wergêr Kawa Nemir pirtûka nivîskar James Joyce ya bi navê Ulysses ku yek ji romanên girîng ên wêjeya cîhanê ye, wergerande zaravaya Kurmancî ya zimanê Kurdî.

Romana Ulysses bi Kurdî derket
Romana Ulysses bi Kurdî derket
Romana Ulysses bi Kurdî derket
15 adar, 2023   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Kawa Nemir, sala 2013’an dest bi wergera pirtûka nivîskarê Îrlandî James Joyce kiriye û 2023’yan temak kiriye.

Nivîskar û helbestavan Kawa Nemir, têkildarî wergera Ulysses û xebatên xwe yên ziman-wergerê ji ANHA’yê re axivî.

Kawa Nemir, ku beriya niha jî berhemên helbestkar, nivîskarê şanonameyan û ekter William Shakespeare û gelekên dîtir wergerandibûne Kurdî, pirsa me ya wekî, “Çima te bi taybetî wergerandina berhemên Joyce hilbijart?”, wiha bersivand: “Joyce bi xwe şa’ir, nivîskar û zimanzanekî gelekî mezin bû, gelekî zîrek bû. Wî ji bo têkbirina kolonyalîzma Ingilîzan a bi sedan salan kultûra nivîskî ya Îrlandê bi pêş de bir û xeysetê mirovê Îrlandî xurt kir.”

Nemir bal kişand ser bi zehmetiyên wergerê kir û destnîşan kir ku ji bo kesên xwîner û wergêr zehmetiya vî karî dibe deh qat, lewma jî, beriya ku dest bi wergerandina vê berhemê bike, wî bi qasî 20 salan gelek amadekarî kirine.

Ulysses ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin û li Hollendê li Amsterdamê, li Almanyayê li  Berlînê û li Frensayê li Parîsê jî bi destpêşxeriya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê dê bernameyên bo danasîna wê bên lidarxistin.

Kawa Nemir diyar kir ku ew ê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên rêveberiya Başûr jî vexwînine bernameya danasînê ya li Parîsê. Nemir got ku çûna bo Başûr û bo Qamişloyê û Kobanê û dîtina tevayiya Başûr û Rojavayê Kurdistanê xeyala wî ye û nêzîk ew ê ji bo wê yekê hewil bide. 

Pirtûk, li bajarê Dublîn ê Îrlandayê serpêhatiya kesek bi navê Leopold Bloom a rojekê ku 16’ê Hezîrana 1904'an qewimîye vedibêje. Pirtûk wekî ku Îrlandayê xirab nîşan dide dihat zanîn, lewma di salên destpêkê de zêde nehat ecibandin. Lê piştî ku navê pirtûkê derket û cihên bajar ên di pirtûkê dehatine vegotin bûn cihên turîstîk, êdî qedrê wê jî zêde bû. Di roja îroyîn de 16’ê Hezîranê li Îrlandayê bi navê lehengê pirtûkê yanî wekî Bloomsday tê pîrozkirin. Li ser pirûtkê, bûyer û kesayetên ku tê de behsa wan tê kirin, gelek nîqaşan hatine kirin û piştre jî bûye mijara xebatên wêje, çand û ziman. Pirtûka ku destpêkê wekî çîrokekê hatibû vegotin, cara yekem sala 1922’yan li Parisê hatiye çapkirin. Ulysses navê xwe ji destana Odysseia ya Homeros digire.

Pirtûk di nava wêjanasên Kurd de jî bi erênî tê nirxandin û gelek çav li riya wergera wê bûn.

‘MIN BI JOYCE VE TOLA XWE HILDA’

Têkildarî xebatên xwe yên wergerê, wêjeyê û zimên jî Kawa Nemir agehî dan û bal bire ser zextên di heman demê de ew ber bi vê xebatê ve kişandî. 

Kawa Nemir sala 1992’yan, dema ku li bajarê Stembolê yê Tirkiyeyê di dibistana amadeyî de dixwend, ku zimanê wê yê perwerdeyê Ingilîzî bû, biryar daye ku bi riya zimên ji kolonyalîzma Tirkan, Ereban û Farisan tolê hilde. Wê hingê mamostayekî wî yê Tirk, ê ku niha profesorê ziman û edebiyata Ingilîzî ye, bo heyamekê xwendina Ulyssesa James Joyce li ser wî û hevalên wî yên pola xwendekarên bijartî ya zimanê Ingilîzî  ferz kiriye û paşiya paşîn wekî spartek wî ji wan neh xwendekaran xwestiye ku ji beşekî Ulyssesê 5-6 rûpelan jî analîz bikin û wergerînine Tirkî.

“Di wê demê de min hewl dida hemû jiyana xwe vegerînim kurdî” bi van gotinan Nemir wiha behsa serpêhatîyên xwe dike û wiha pê de diçe: “Min got û bû biryara min wekî ez ê ji kolonyalîzma Tirkiyeyê û Kemalîzma pîsik a wê li ser me ferz kirî toleke zimanî hildim. Bi vê mebestê min jêderkên xwe yên xebatê pê de pê de zêde kirin, hê ji roja roj de ez bi xwe bûm berhevkarekî dilsoz ê çavkaniyên devkî û nivîskî yên zimanê xwe; axir di nava salan re ferhengeke xas bi ser hev de hat û durist bû ku niha bi dehan defteran di arşîva min de ne. Lê belê çavkaniya min a herî berfireh her tim dayîka min Helîmeya Gulê bû.”

‘NE WEK KEDA XWÎŞK Û BIRAYÊN ME YÊN CANE XWE FEDA KIRIN E’

Piştî vê biryarê, xebata wî ya 32 salan jî dest pê kiriye. Nemirê helbestkar û wergêr karê wergerê her tim wekî alaveke şoreşgeriyê ê dibîne û bi vî awayî jî tercîh dike ku berhemên herî zehmet wergerîne.

Nemir destnîşan kir ku di nava Kurdan de heçî kesa/ê her çi xebata nivîsîn û wergerandinê ya pak û dilsozane bike, ew xebat dê bikeve ber xizmeta zimên û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bê guman, di nezera min de, em her çi bikin jî, li ber keda xwîşk û birayên me yên şoreşger û pakrewan ên ku welatê me ji binî ve ji nû ve ava dikin, ne tiştek e. Lê, bi min, Ulyssesa me jî şoreşek ji şoreşan e, çi biçûk çi jî mezin.”

‘EZ ZAROKÊ VÊ ŞOREŞÊ ME’

Nemir diyar dike ku ew “Zarokê vê şoreşê ye” û gotinên xwe wiha domandin: “Ez piştî asîmîlyasyonê di 13-14 saliya xwe de vegerîyam xwe. Lê min ziman wek alavek çaksazîyê û silahek mezin nirxand û li ser vê yekê xebitîm.  Mîna wê kêliya ku di sedsala 19’an de Walt Whitmanê gewre cara pêşîn kêlimiye û terîf û nav li temamiya şi’ra xwe daniye û gotiye, ‘Xewna Emerîkan’. Li Bakurê Kurdistanê vegera endamên nifşê min li xwe, vegera me hemûyan li xwe, cara yekem siyasî bû. Nifşên me yê salên 1990’an hemû wisa ne. Wê demê miletê me li ber mirinê bû, paşê belav bû û herkesî karîbû çi bike rêyek girt. Dibe ku min gelek gav neavêtin, lê karê xwe dikim.”

Nemir anî ziman ku di karê wî de hêza potansîyela neteweyîbûnê heye hem berhemên klasîk hem jî yên modern hildibijêre û got: “Şansê min hebû min bi xwe ew hilbijartin. Bi gotineke din ew berhemên navên ku edebiyat, ziman û fikra ‘wêjeya cihanê’ li ser destên wan bilind dibin û tên hilgirtin.  Ev dikarin bibin mînak ji bo me. Hem ji bo şoreşa li Kurdistanê, hem ji bo welatên ku li ber têkçûnê wê çawa rabin ser xwe mînakek e, mîtografya çawa dikare bê wergerandin. Yanî îro propagandaya ziman em bi xwe bi zimanê xwe bikin. Ma qey wê ji me nepirsin wekî, ‘Gelo hûn bi vî zimanî çi dikin? Fizîk li kû ye, kîmya li kû ye, dibistan li kû ye, helbest, teorî û berhemhênan li kû ne? Xanî li kû ye? Cizîrî li kû ye? Teyran li kû ye? Nalî, Koyî, ka ew li kû ne? Di vir de jî divê werger rola xwe bilîze. Îro, nispet bi cîhanê, di edebiyatê û gelek waran de em dereng mane, divê werger yek bi yek di wan waran hemûyan de bi rola xwe rabe.”

‘DIVÊ EM FERSENDA BAŞÛR Û ŞOREŞA ROJAVA DAYE ME BAŞ BI KAR BÎNIN’

Li gorî Nemir ji bo ku xebata wêjeyê rola xwe bilîze, qet nebe li her du parçeyên Kurdistanê yên azad, li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê, divê bi lez gelek tişt bên kirin. Mînak, divê warê perwerdeyê bi saxlemî were sazkirin. Her wiha, divê komîteyên kantonên li Rojava bi lez baştirîn modêla perwerdeyê damezirînin û baştirîn dersên edebiyatê lê zêde bikin.

Bi gotinek din li gor wî îro her çi bar, ango her çi misyon be û bikeve ser milên wan, divê bê cîbicîkirin, em hemû jî wekî ferd û neferên qewmê xwe dê xwe bidine ber vî barî, ji ber ku bi tenê nifşekî nû yê bi Kurdî ruhê xwe kamil kirî dê bikare bi kolnederî pişta van dijminên me bîne ‘erdê, wan dijminên ku dor li me girtine û her kêlî li her çar parçeyan berdewam me Kurdan dikujin.

Li Rojavayê Kurdistanê, piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî ve gelek gav hatin avêtin. Şoreşa Rojava û modêla Rêveberiya Xweser di cîhanê de mînak tê dîtin.

Kawa Nemir der barê vê yekê de balê dikişîne ser van xalên giring: “Li cîhanê Şoreşa Rojava ji me re gelek dost çêkirin. Di vir de pêwîst e Kurd qîmeta vê derfetê bizanin ku şoreşê daye me. Di dilên bê jimar kesan û derdoran de hogirî, hevaltî û dilgermî bo me çêbûye, divê em vê fersendê baş bi kar bînin.  Divê ev hewildan werin geşkirin û rola ‘ronakbîrên ronakbîr’ were parastin û bilindkirin; di mala xwe de em ji hev re bêhnfireh bin, ne ku her tim em bi tenê ji xelqê re bêhna xwe fireh bikin. Gotî layenên me yên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê û li dayasporayê pozîsyoneke berhemdar durist bikin li hemberî ronakbîrên xwe. Em berê xwe bidinê bê ka berhemhênana zanyariya heqîqî li kû ye û bi destên kê ye. Heke sazî û dezgehên me îro ro Ulyssesa zimanê me bilind binirxînin, bo nimûne, Îrland, Katalûnya û Welatê Bask dê zûtir û zehftir bibin hevrêyên me yên baş.”

Di dawiyê de em ji denge Nemir çend rûpelan Ulyssesê guhdar bikin:

ANHA