​​​​​​​Banga destpêkirina diyalogeke Sûrî-Sûrî hat kirin

Meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê û Herêma Wista bang li gelê Sûriyeyê yê azad û hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku diyalogeke sûrî li dar bixin, nêrînan bikin yek ji bo ku êşên xwîndar ên gelê Sûriyeyê bi dawî bibin û armancên şoreşê pêk werin.

​​​​​​​Banga destpêkirina diyalogeke Sûrî-Sûrî hat kirin
14 adar, 2023   14:39
TEBQA

Hemwextî salvegera 13`an a aloziya Sûriyeyê ku di 15`ê Adara 2011`an de dest pê kiriye û ji ber serhişkiya hikumeta Şamê û destwerdana hêzên derve ji şoreşekê veguherî aloziyeke demdirêj, meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê û Herêma Wista (ku ji şêniyên parêzgehên Hema û Humsê pêk tê) daxuyaniyek da.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef li pêşiya avahiya meclisa partiyê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Meclisên Leşkerî, rûspî û tevgerên ciwanan, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Şamê berpirsa aloziya Sûriyeyê ye ku heta niha berdewam e, berpirsa kuştin, wêrankirin, koçberkirin, guhertina demografîk û dagirkirina bajarên Sûriyeyê ye. Berpirsa kuştina bi hezaran sivîlan, birîndaran û parçekirina tevna civakî ye, ji ber ku nexwest guhertinên demokratîk pêk bîne ku hêviyên gel di azadî, wekhevî û edaletê de pêk bîne. Her wiha bangewaziyên destpêkirina diyalogên hundirîn red kir ji bo ku çareseriyekê peyda bikin û di meşandina tundiyê li dijî gel û çareseriya leşkerî de israr kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama destwerdana hêzên derve de serdestiya Sûriyeyê hate binpêkirin û axa wê hate dagirkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, ajan û rêxistinên terorîst jî berpirsên guhertina xeta şoreşê ya atşiyane ye, her wiha hêzine tundraw girêdayî dewleta Tirk a dagirker li herêmê peyda kirin, di encamê de jî kirîza Sûriyê kûrtir bû.

BANDORA FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN LI SER ŞOREŞA SÛRIYÊ

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî pêkanîna fikrê Rêber Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên civakî û siyasî karîbûn ku jiyana hevbeş pêk bînin, saziyên sivîl û leşkerî ava bikin, teror û fîtne têk birin û ewlehî û aramî li herêmê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê û hêzên niştîmanî yên demokratîk hat kirin ku diyalogeke Sûrî ya giştî pêk bînin û nêzîkî hev bibin, da ku zehmetiyên gelê Sûriyê bi dawî bibin û armancên şoreşê yên pêkanîna azadî û wekheviyê pêk bînin.

Her wiha ku biryara neteweyî ya 2254 ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêk bînin.

ANHA