​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome

Pêşangeha ʹXemla Adarê di roja duyemîn de didome. Xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê didin.

​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
​​​​​​​Pêşangeha ʹXemla Adarêʹ didome
14 adar, 2023   12:49
QAMIŞLO

Pêşangeha wêneyan a ʹXemla Adarêʹ di roja duyemîn de li hola Fatulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo dewam dike.

Di pêşangehê de 59 berhemên mamoste û xwendekarên Zanîngeha Rojava, tên pêşandan.

Wêne balê dikişînin ser xeml û bedewbûna biharê û çand û hunera gelê Kurd. Pêşengehê cihekî girîng da berxwedana şervanên YPJ’ê, jinên pêşeng û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha berhemên ku balê dikişînin ser felaketa erdhejê hatin pêşandan.

Mamosteyên ku beşdarî pêşangehê bûne, armanca pêşangehê ji ANHAʹyê re parve kir.

Mamoste û şêwekar Welîd Murad diyar kir ku yek ji armancên pêşangehê dîrok û çanda Kurdan bidin nasandin û got bi rêya pêşangehê dewlemendiya Kurdistanê hat nîşandan.

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Ebdulletîf Ehmed jî anî ziman ku her tabloyek xwedî wateyekê ye û gelek peyamên civakî, çandî û siyasî didin. Mamoste Ebdulletîf da zanîn ku cil û bergên kurdî, çanda kurdî, her wiha xweşî û êşên civakê di pêşangehê de hatin nîşandan.

Sibe dê mamoste û şêwekarên beşdarî pêşangehê bûne, werin xelatkirin.

ANHA