Hikumeta Şamê ji bo fîdyeyê kesan binçav dike

Hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi bihaneyên bêbingeh kesan binçav dikin û li hember berdana wan fîdyeyê ji malbatên wan dixwazin

Hikumeta Şamê ji bo fîdyeyê kesan binçav dike
14 adar, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên ewlekariyê yên hikumeta Şamê di demên dawiyê de hemleyên serdegirtin û binçavkirina welatiyan bi taybet li Şamê û derdora wê zêdetir kirine. Berpirsên wan saziyan şantajê li malbatên girtiyan dikin ku li hember berdana zarokên wan pereyan bidin.

Ev çend meh in hejmara hêzên ewlekariyê li gelek bendên kontrolê yên li Şamê û derdora wê zêde bûye. Kes, erebe û wesayîtên veguhestinê yên di wan bendan re derbas dibin, rastî kontrolkirinek şidandî tên.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewset, gelek caran hate dîtin ku endamên saziyên ewlekariyê ciwanan binçav dikin û ber bi navendên ewlehiyê yên nêzî bendên kontrolê ve dibin.

Çavkaniyên xwecihî ji rojnameyê re diyar kirin ku li Şamê û gundewarên wê serdegirtina malan û binçavkirina ciwan, mêr, kesên temenmezin, keç û jinan jî zêdetir bûne.

Binçavkirinên ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve tên kirin bûye rojeva niştecihên Şamê. Gelek kes destnîşan dikin ku kesên hatine binçavkirin piştî ku 100-150 lîreyên Sûriyeyê didin, tên berdan.

Parêzerekî ku ji rojnameya Şerq El Ewset re axivî, diyar kir ku li hember berdana kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tên binçavkirin, ji hezar heta 3 hezar dolar pere tê xwestin û da zanîn ku eger pere neyên dayîn, tohmetên terorê li wan kesan tên barkirin û ji bo Dadgeha Terorê tên veguhestin.

Parêzerekî din ê ji heman rojnameyê re axivî, diyar kir ku hin caran jî welatî ji ber hewaleyên pereyan ên ji derve girtine, bi sûcdariya ku pere bi rêbazên ne rewa wergirtine, tên binçavkirin, pere ji wan tên girtin û radestî dadgehê tên kirin, bi salan cezayê girtinê tevî cezayê pereyan li wan tê ferzkirin, ku hin caran digihêje bi deh milyonan lîreyên Sûriyeyê û dehhezaran dolaran.

(fr/cx)