Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûrên erdhejê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin sekinandin, vekişandin. Rêveberiya Xweser got: "Em ê alîkariyan bibin cihekî ewle heta ku hikumeta Şamê derbaskirina wan erê bike."

Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
Rêveberiya Xweser ji ber polîtîkayên Şamê alîkarî vekişandin
14 adar, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de daxuyanî da. 7 roj in hikumeta Şamê alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê hatine şandine li virî derî asteng kirine û nahêle derbas bibin.

Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî daxuyanî xwend.

Farûq El Maşî diyar kir ku 6ʹê vê Adarê alîkariyên mirovî yên ku xelkê herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê şandine di deriyê sînor ê Til Koçerê re derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

El Maşî got: ʹʹRêveberiya Xweser alîkar gihandiye deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên hikumeta Şamê de da bighîne şêniyên me yên sûrî yên ku ji ber erdheja wêraner a ku 6ʹê Sibatê  li Sûriye û Tirkiye xist. Ji 7ʹê Adarê ve hikumeta Şamê ev alîkarî asteng kiriye û nahêle derbasî herêmên wêrankirî bibin."

El Maşî diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê helwesta xwe nîşan dide ku hewl dide dest deyne ser alîkariyên ku ji mexdûran re hatine şandin û bazirganiyê bi wan bike. Her wiha anî ziman ku hikumeta Şamê guh nade rewşa gelê hewcedarê alîkariyan.

Farûq El Maşî got, helwesta hikumeta Şamê li dijî tevahî biryarên NY û rêxistinên mirovî ye yên ku banga vekirina deriyan li pêşiya derbaskirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê kirin.

El Maşî daxuyan ku ji ber helwesta hikumeta Şamê ya polîtîzekirina alîkariyan û astengkirina wan Rêveberiya Xweser neçar ma ku alîkariyan vekişîne û wiha pê de çû: "Tevahî kenalên peywendiyên yên ji bo iqnakirina hikumeta Şamê bi vekirina derî li pêşiya alîkariyan bi bin ketin. Ev 7 roj in alîkarî li deriyê Tayiheyê hatine astengkirin. Ji ber vê yekê mixabin em neçar in van alîkariyan ji derî vekişînin û bibin cihekî ewle heta ku hikumeta Şamê derbaskirina wan erê bike."

El Maşî got, Rêveberiya Xweser hîna amade ye tevahî alîkariyan pêşkêşî mexdûrên erdhejê bike û got: "Ev helwesteke mirovî ye û erkekî nîştimanî li hemberî şêniyên me ye."

Farûq El Maşî di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistin û saziyên têkildarî kar û barên mirovî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin bila helwesta xwe ya dijî pîvanên navneteweyî biguhere û deriyên sînor ji bo alîkardayîna mexdûran veke.

(bb)

ANHA