​​​​​​​Li Îranê êrişên bi gazên jehrî didomin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî dibistanên keçan didome.

​​​​​​​Li Îranê êrişên bi gazên jehrî didomin
13 adar, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh jî li hin bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişî dibistanên keçan kirin. Ji ber êrişan gelek xwendevan bi jehrî bûn û rewşa wan a tenduristî xirab bû.

Duh li gundê Bêsaran ê ser bi devera Jarewu ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrişî dibistaneke keçan hat kirin.

Nêzî 4 meh e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişî dibistanên keçan tê kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.

Heta niha rayedarên rejîma Îranê der barê êrişan de tu daxuyaniyeke zelal nedane. Tenê îdia dikin ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tev li êrişên bi gazên jehrî bûne, destgîr kirine.

Herî dawî wezîrê perwerdeyê yê Îranê Yusif Nurî di daxuyaniyekê de îdia kir ku tu pirsgirêkek li dibistanan nîn e û xwendekar dikarin bêyî tirs herin dibistanan.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişan jî berfireh dibin. Duh li Newzland, Kanada, Amrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Almanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrişên bi gazên jehrî çalakî li dar xistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.

Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrişên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.