Li Dêrazorê teqîn: 4 kes hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku li Dêrazorê di teqînekê de 4 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Li Dêrazorê teqîn: 4 kes hatin kuştin
8 adar, 2023   08:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li pişt Nexweşxaneya Kolerayê ya li taxa Hemîdiyê ya Dêrazorê êrişî navendeke komên alîgirên Îranê hat kirin û piştî êrişê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku di dema êrişê de li asîmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ên biçek jî hebû.

Komên ser bi Îranê ve cihê êrişê dorpêç kir û ambulansan berê xwe dan herêmê.

Çapemeniya girêdayî hikumeta Şamê jî ragihand ku mayinekê ji bermahiyên “terorîstan” teqiyaye.

(cx)