Bi wêne şahiyên 8`ê Adarê yên zêdetirî 10 salan

Îro 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, ev wêneyên şahiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê boneyê ne.

Bi wêne şahiyên 8`ê Adarê yên zêdetirî 10 salan
7 adar, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSMAÎL

2013, JINAN 8`Ê ADARÊ LI EFRÎNÊ PIŞTÎ XEBATÊN TAYBET PÊŞWAZÎ KIR

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê cara yekemîn jinan li Efrînê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.


2014, BER BI NETEWA DEMOKRATÎK VE

Jin li Efrînê 8`ê Adarê bi dirûşma “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve em 8`ê Adarê pîroz dikin”.


2015, DANÎNA PEYKERA JINA AZAD LI AMÛDÊ

Peykera Jina Azad di 8`ê Adarê de bajarê Amûdê xemiland.


2016, JIN LI DIRBÊSIYÊ JI BO PIŞTGIRIYA BERXWEDANA BAKUR LI HEV KOM BÛN

Bi hezaran jin li herêma Cizîrê li nêzî sînorên çêkirî yên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de kom bûn û piştgiriya berxwedana xelkê Cizîra Botan a li hember siyasetên dewleta Tirk kir.


2017, BI GIYANÊ BERXWEDANA ÎMRALIYÊ EM 8`Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Şêniyên Kobanê li Qada Arîn Mîrkan bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Îmraliyê em 8`ê Adarê pêşwazî dikin û azadiyê misoger dikin” Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.


2018, AZADIYA JINAN AZADIYA RÊBER E

Bi lixwekirina cil û bergên kurdî, jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşma “Jin ji bo azadiya xwe û azadiya rêberê xwe tê dikoşin” 8`ê Adarê pîroz kir.


2019, JINAN LI QAMIŞLOYÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA LEYLA GUVEN KIR

Ji bo piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ketibû girêva birçîbûnê, jinan li Qamişlo bi dirşûma “Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê mezin bikin û bi Rêber re azad bijî” şahî li dar xistin.


2020, ŞEHBA; HER ROJ 8`Ê ADARÊ YE

Şahiya li kantona Şehbayê bang kir ku her roj bibe 8`ê Adarê.


2021, TÊKOŞÎNA ME MISOGERIYA ŞOREŞA JINAN E

Jinên pêkhateyên navçeya Til Temirê bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” û “Rêya Hind û Seda rêya me ye û soza wan soza me ye” 8`ê Adarê pîroz kir.


2022, BI HEV RE EM ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN

Li hemû qadan dirûşma “Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”, alên Kongra Star, wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.


(şx)

ANHA