Erdhejê rastiya pergalên desthilatdar eşkere kir

Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa nêzîkatiyên pergalên serdest ên der barê karesata erdhejê de şermezar kir. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker û Qeter vê karesatê ji bo guhertina demografiya Efrîna dagirkirî bi kar bînin.

Erdhejê rastiya pergalên desthilatdar eşkere kir
6 adar, 2023   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN

6`ê Sibata 2023ʹyan  erdhejeke wêranker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye rû da û bandor li Sûriyeyê jî kir. Di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî û birîndar bûn. Her wiha binesaziya wan deveran wêran bû. Qurbanî û wêraniya herî zêde li navçeya Cindirêsê ya rojavayê bajarê Efrînê bû. Cindirêsê bi rêjeya ji sedî 90 wêran bûye, ji ber vê yekê wekî ku bajarekî wêranker hate binavkirin.

Dewleta Qeterê û komeleyên wê yên ku di bin navê xêrxwaziyê de kar dikin, bi lez dest bi avakirina kampan li derdora navçeyê kirin.  Li ser vê yekê darên zeytûnan qut kirin û kon li şûna wan vedan da ku mêtingehan ava bikin û malbatên çeteyan û kesên ji derveyî herêmê tê de bi cih bikin.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Buşra Xelîl a ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi bîr xist ku di demekê de ku bi hezaran cenaze di bin kavilan de hene, hikumetan li şûna ku bi lez wan xilas bikin, lê li berjewendiyên xwe yên siyasî geriyan û çawa sûdê ji karesatê bigirin.

Buşra Xelîl diyar kir ku helwesta wan hikumetan derexlaqî û dûrî mirovahiyê ye û got, hevgirtina şêniyan ji hemû karesat û aloziyan re çareserî ye.

Bûşra Xelîl helwesta xelkê Bakurê Kurdistanê silav kir ku piştgirî dan mexdûran û bi derfetên besît hewl dan cenazeyan ji bin kavilan derxin.

Welatiyê bi navê Zêdan Hisên ê ji gundê Erbeşah ê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo jî anî ziman ku rejîma Tirk li dijî nirxên mirovahiyê û rêgezên ola îslamê ye û karesatên xwezayî li gorî berjewendiyên xwe li ser hesabê welatiyên xwe bi kar tîne.

Hisên diyar kir ku li hemberî xetereyan felsefeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelan û pêkhateyên cîhanê re çareseriya herî guncaw e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Pergalên desthilatdar hewl didin civakan û gelan parçe bikin da ku vîna wan bişikîne û wan bi hêsanî kontrol bike.”

Welatiya bi navê Suheyle Şemo ya ji gundê Xerbî Cihwa yê navçeya Çilaxa anî ziman ku karesata erdhejê lawazbûna pergalên desthilatdar ên dan û standinên bi karsatên xwezayî be eşkere kir.

Suheyle Şemo pêwîstiya hevgirtinê û xwespartina xwe li hember siyasetên pergalên desthilatdar û serdest  destnîşan kir.

PROJEYÊN MEZIN ÊN MÊTINGER

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re wiha axivî û got, erdhejê bandor li gelek deverên Sûriyeyê kiriye, rastiya dewleta Tirk a dagirker û dewletên piştevanên projeyên mêtingeriyê eşkere kir.

Şêxo diyar kir ku karesat di bin navên mirovî de têne bikaranîn, xetereyên li ser herêmê zêdetir dibin û wiha pê de çû: “Di bin navên mirovî de demografiya herêmê diguherin, şêniyên resen bi şêniyên Idlibê, û herêmên din ên rojhilatê Helebê têne guhertin.”

Di dawiyê de Şêxo got: “Dewleta Qeter bi rêya komeleyên xwe yên ixwanî, bi taybet komeleya Qeter a Xêrxwaziyê di bin navê bajarê El Kerame de projeyên mêtingeriyê yên mezin pêk tîne.”

(şx)

ANHA