​​​​​​​Şandeya zanîngehên Rojava û Kobanê hevdîtin li Almanyayê pêk anîn

Şandeyek ji zanîngehên Rojava û Kobanê hevdîtin bi hejmareke çalakvanên jinên û siyasetmedar ên Alam re pêk anîn. Şandeyê serdana zanîngehên li Almanyayê jî kir.

​​​​​​​Şandeya zanîngehên Rojava û Kobanê hevdîtin li Almanyayê pêk anîn
2 adar, 2023   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya zanîngehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya Almanyayê de didomîne ku ji 18ʹê Sibatê ve li Almanyayê dest pê kir. Şandeyê  hevdîtin bi hejmareke çalakvanên jinên û siyasetmedar ên Alam re pêk anîn. Her wiha serdana zanîngehên li Almanyayê jî kir.

Li gorî endama şandeyê Dîcle Heyder, serdan wê heta 8ʹê vê Adarê dewam bike. 

Dîcle Heyder got: "Armanca vê serdanê peymana dostanî ya di navbera beşa civakî ya Zanîngeha Emden Lehr a Almanyayê û Fakulteya Jineolojî de were nûkirin. Cara yekemîn ev peyman di sala 2018ʹan de hatibû îmzekirin. Tê payîn ev peyman roja Sêşemê ji bo 5 salên din were dirêjkirin."

Li gorî vê peymanê, semînerên hevbeş bi rêya online ji bo xwendekarên herdu zanîngehan werin dayîn û lêkolînên hevbeş tên amadekirin, her wiha şandeyên ji zanîngehên Almanyayê serdana zanîngehên li Rojava bikin.

Şandeyê serdana  zanîngehên Bremen, Alice Salomon û Zanîngeha Leonburgê jî kir. Şandeyê bi rêveber, mamosteyên zanîngehê û xwendekaran re hevdîtin kir û li ser sîstema zanîngehê ya li Rojava axivîn û Fakulteya Jineolojiyê nas kirin. Her wiha mekanîzmeya domandina hevkariyê hat nîqaşkirin.

Tê payîn ku şande 7 rojan beşdarî semînerên li zanîngeha Emden Lehr bibin, semîneran bide û bi xwendekar, maoste û meclisa zanîngehê re nîqaş bike.

Şandeyê li zanîngehên Bremen û Salomon jî hevdîtin pêk anîn û li ser avakirina têkiliyan bi zanîngehên li Rojava re axivîn.

Endama Fakulteya Jineolojî û Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Zanîngeha Kobanê Dîcle Heyder ku yek ji endamên şandeyê anî ziman ku xwendekar û mamoste pergala zanîngehên li Rojava û jinelojî ecibandin û got: "Dixwazin jineolojî nas bikin. Hinek xwendekaran berê li ser jineolojî û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendine û bi awayekî aktîf beşdarî nîqaşên semîneran bûn."

Şandeyê hevdîtin bi çalakvanên jin jî re hevdîtin pêk anîn û mijarên girêdayî têkoşîna jinan û jineolojî parve kirin.

Şandeyê civînek bi rêya online bi endamên Partiya Kesk a Alman re li dar xist. Di civînê de rewşa herêmê ya piştî erdhejê nîqaş kirin.

(bb)

ANHA