Polîtîkaya erdhejê ya Sûriyeyê - Rauf KARAKOÇAN

Polîtîkaya erdhejê ya Sûriyeyê - Rauf KARAKOÇAN
1 adar, 2023   00:51

Erdheja li Mereşê, li Sûriyeyê jî xist. Li Sûriyeyê jî hilweşîneke mezin çêbû, her çendî ne bi qasî Tirkiyeyê be jî. Alîkarî jî kêm bûn. Li Helebê hikumeta Şamê û li Efrînê jî çeteyan alîkarî asteng kirin û nehiştin bigihêjin mexdûrên erdhejê yên Kurd. Di têkiliyên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyaloga siyasî di karesata erdhejê de jî pêk nehat.

Mirov dikare bibêje piştî erdhejê ji ber gihandina alîkariyên mirovî yên NY’yê û welatên Ereban ji bo Sûriyeyê û muxatabiya rêveberiya Şamê, rê li ber vekir ku Esad hinekî rehet bibe. Her çend ne li gorî daxwazan be jî, karesata erdhejê tişta ku dîplomasiyê nekarî bike, di têkiliyên Sûriyeyê yên li gel cîhana derve de kir.

DI NÊZÎKBÛNA RIYAD-ŞAMÊ DE ASTENGIYA ÎRANÊ TÊ RAKIRIN

Heke em ji têkiliyên cîhana Ereban a bi Sûriyeyê re dest pê bikin; Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdun tevî ku hin metirsiyên wan hene jî, ketine nava atmosfereke nêzîkbûnê û divê ev yek wek pêşketineke girîng bê dîtin. Hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ji bo gelek aliyan dibe sedema nerehetiyê. Rewşeke wisa ye ku gelek alî, bi taybetî Îsraîl û DYA, Yekitiya Ewropayê (YE) û Komkara Ereban, tehemulê lê nakin. Têkiliyên Tehran û Şamê her çend di nava Ereban de nerehetiyê derdixe jî, têkiliyên Ereb-Şamê li pêşiya nêzîkbûnê wek astengiyeke mezin nayê dîtin. Dikare were gotin ku vegera Sûriyeyê ya li ser kursiya xwe ya di nava Komkara Ereban de êdî ne îhtîmaleke dûr e. Her çend li pêş normalîzekirina peywendiyên ku bi alîkariya erdhejê hatine danîn pirsgirêk hebin jî û di demeke kurt de normalîze nebe jî, lê çêbûna kanalên diyalogê wek bandora erdhejê ya li ser siyasetê tê dîtin.

Nerehetiya di navbera Riyad û Şamê de kêm dibe lê ji bo başbûna têkiliyên girêdayî merc û sozên başbûnê, dem divê. Lihevkirinên Şam-Îranê dê ji bo Ereban faktoreke zehmet be. Tevî ku di gelek mijaran de şert û mercên Riyadê hene, bi taybetî fikarên ewlekariyê, her wiha diyar dikin ku ew dixwazin têkiliyên bi Sûriyeyê re di asteke cuda de bi rê ve bibin. Li Urdunê jî nêzîkatiyên bi heman rengî hene. Ji aliyên cuda ve nîşaneyên normalîzekirina bi Sûriyeyê re nîşan didin. Sûriye jî bi hostayî polîtîkaya nêzîkbûna bi Ereban re dimeşîne. Xuya ye nêrînek çêbûye ku dema normalîzekirinê hatiye.

BANDORA ERDHEJÊ LI SER TÊKILIYÊN TIRKIYE-SÛRIYEYÊ

Tirkiyeyê di polîtîkaya Sûriyeyê de bergeha xwe yekser guherand û ketiye wê pozîsyonê ku tişta ku pê nikare, qebûl bike. Tirkiye ji her dilopa xwînê ya li Sûriyeyê tê rijandin, berpirsyar e û her çend nexwaze jî di polîtîkaya xwe ya derve de neçar maye guhertinan bike. Nêzîkbûna wê ya bi Sûriyeyê re mînaka herî şênber a vê yekê ye. Di encama însiyatîfên navbeynkariyê yên Rûsyayê de hate texmînkirin ku dê di asta serokatiyê de piştî civîna şandeyan li Moskovê dewam bike. Dema Sûriyeyê şert û mercên xwe danîn, civîna bilind taloq bû. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û desteka xwe ya ji bo rêxistinên terorîst rawestîne. Her çi qas ji bo Tirkiyeyê zehmet xuya bike jî, fêm kiriye ku ji bilî vekişînê tu çareya wê nîn e.

Civînên Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê tevlihevî çêkir ku tê wateya dervehiştina Îranê ku endama troykaya Astanayê ye. Li gorî gotegotan dê hevdîtineke nû di navbera şandeyên Tirkiye û Sûriyeyê de li Moskoyê bi navbeynkariya Rûsyayê were lidarxistin û tê payîn ku Îran beşdarî van civînan bibe. Yanî vê carê maseya çaralî tê danîn. Sûriye ji şertên xwe danakeve û wek şertê pêşîn jî derketinê dixwaze. Li Tirkiyeyê hilbijartin nêzîk dibin û lewma jî êrişeke li dijî Rojava tevî ku îhtîmala wê bi temamî ji holê ranebûbe hî, kêm bûye. Şandina alîkariyê ya NY'yê ji bo Sûriyeyê di ser Tirkiyeyê re jî di polîtîkaya erdhejê ya Sûriyeyê de wek pêşketineke girîng tê dîtin. Ji ber karesata erdhejê ambargoya li ser Sûriyeyê ji aliyê YE'yê ve hatiye binpêkirin û ev yek ji bo Sûriyeyê pêşketineke erênî ye.

NERAZÎBÛNA DYA'YÊ YA LI HEMBER SIYASETA MEXDÛRÊN ERDHEJÊ

Sûriye dê atmosfera erênî ya ku bi erdhejê re bi dest xistiye, çi qas mayînde bike, dê di nava deme de xuya bibe. Yên ku ji van hemû geşedanan bi guman in jî DYA û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. DYA ji destpêkê ve ragihand ku ew ê destekê nede têkiliyên bi Sûriyeyê re. Niha jî vê helwestê didomîne. Ew jî li dijî nêzîkbûna Ereban-Sûriyeyê û nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê ne. Lê belê di qonaxa heyî de tevî Qanûna Sezar û ambargoya ku bi cih aniye jî, ji ber ku welatên Yekitiya Ewropayê bi Esad re mijûl bûne û alîkariya erdhejê şandine, DYA di nava siyaseta Sûriyeyê de bi tenê maye. Xuya ye DYA ji ber vê mijarê jî nerehet e.

ASTENGIYA HIKUMETA ŞAMÊ LI BER ALÎKARIYA RÊVEBERIYA XWESER

Helwesta Rêveberiya Xweser a li hember Sûriyeyê jî di lêgerîna diyalogê de bersiveke watedar wernegirtiye.  Siyaseta erdhejê ji bo Sûriyeyê hêviyên nû çêdike, lê ji bo Kurdan pirsgirêkan derdixe holê. Heta alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê şandibûn jî hatin astengkirin. Dorpêçkirina Kurdan a li Helebê dewam dike. Rêveberiya Xweser gelek caran hesasiyetên xwe têkildarî têkiliyên ku dê bi hikumeta Şamê re werin danîn, diyar kirin. Daxuyandibû ku dê nêzîkbûna Tirkiye- Sûriyeyê zirarê bide herêmê û li ber Kurdan pevçênûn nû çêke. Rewşeke bi heman rengî ji bo nêzîkbûna Ereban-Şamê jî heye.

Ji bo siberoj û îstîkrara Sûriyeyê polîtîkaya herî baş muzakereyên bi Kurdan re û çareseriya siyasî ye. Heke têkiliyên cîhana derve bi Şamê re li ser bingeha lêgerînên ku Kurdan li derve dihêlin bin, dê aramiya siyasî ya tê xwestin, nebe para Sûriyeyê.

Rêya çareseriyê ji bo Sûriyeyê, ewlekirina aştiya navxweyî ye. Rêya lihevkirinê bi cîhana derve re ew e ku bi Rêveberiya Xweser re li hev bike. Pêşeroja gelan, mîsogeriya aramiya siyasî li ser wê pirê ye ku dê di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de were avakirin. Heke na, li Sûriyeyê dê erdhejên nû yên siyasî, leşkerî û aborî çêbin.