​​​​​​​Li peravên Îtalyayê keştiyeke noqî avê bû: Bi dehan kes mirin

Li herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiyek li peravên bajarê Crotoneyê noqî binê avê bû. Li gorî agahiyan bi dehan kes mirin.

​​​​​​​Li peravên Îtalyayê keştiyeke noqî avê bû: Bi dehan kes mirin
26 sibat, 2023   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFPʹê, li peravên bajarê Crotone yê li herêma Calabrîa ya li başûrê welêt, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû, di encamê de 40 koçber mirin.

Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA'yê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku 30 kes bin, lê belê li deryayê hîn jî karê lêgerînê dewam dike.

Ajansa AGÎ jî ragihand ku keştiya koçber tê de bû, barê xwe gelekî giran bû û bi pêlên deryayê re parçe bûye.

Tê gotin, pitikek çend mehî jî yek ji wan kesan e ku jiyana xwe ji dest dane.