Karnameyên xwendekaran tên belavkirin

Werzê duyemîn ê sala xwendinê ya 2022-2023`yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî gelek zehmetiyan dest pê kir. Îro li herêma Cizîrê karnameyên werza yekemîn li xwendekaran hatin belavkirin. Li hin herêman jî di rojên pêş de dê bên belavkirin.

Karnameyên xwendekaran tên belavkirin
23 sibat, 2023   11:21
QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24`ê Çileyê de werzê yekemîn ê sala xwendinê ya 2022-2023`yan qediya.

Îro karnameyên werzê yekemîn li herêma Cizîrê tên belavkirin. Li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beriya erdhejê karname hatin belavkirin û li herêma Firatê jî dê di rojên bê de bên belavkirin. Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê jî vê hefteyê hatin belavkirin. Belavkirina karnameyan ji ber erdhejê dereng ma.

Li gorî biryarnameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diviyabû werzê duyemîn 2`yê Sibatê dest pê kiriba, lê ji ber erdhejê li hin herêman hefteyeke din betlane hat dayîn. Li hin herêman jî, mîna Kobanê, Şehba, Şêxmexsûd û Eşrefiyê û li hin dibistanên Reqayê 2 hefte betlane hat dirêjkirin.

He wiha li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê xwendekar ji xwendinê bê par mabûn.

Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker ji 461 dibistanên li kantona Kobanê, 16 dibistan heta niha jî girtî ne.

Li herêma Firatê û herêma Cizîrê jî, ji ber derketina vîrusê hemû dibistan ji bo demekê hatin girtin û dibistan hatin dezenfektekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî ji ajansa me re diyar kir ku tevî hemû astengiyan, xwendekar û mamoste li dibistanan in û got: “Dorpêçkirina herêman, êrişên dewleta Tirk a dagirker û şaneyên DAIŞ`ê, her wiha nexweşiyên zivistanê bûn asteng. Van sedemên navborî heta astekê bandoreke neyînî li asta xwendinê kir.”

Semîra Hec Elî da zanîn ku li hin herêman materyal bi temamî hatine dayîn û hin xwendekar bi rêya online dersan dişopînin.

(sb)

ANHA