​​​​​​​Heyva Sor: Alîkariyên me li deriyê Pêşxabûr tên astengkirin

Heyva Sor a Kurd daxuyand ku karwanên alîkariya mirovî ji bo mexdûrên erdhejê di deriyê Pêşxabur re dê derbasî Rojava bikin lê têne astengkirin.

​​​​​​​Heyva Sor: Alîkariyên me li deriyê Pêşxabûr tên astengkirin
23 sibat, 2023   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Heyva Sor a Kurd duh (22'yê Sibatê) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li deriyê sînor ê Pêşxabûrê destûr nayê dayîn ku alîkariyên mirovî bikevin herêmê û bigihêjin herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çêbûye.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye:

"Ji ber erdheja 6'ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.

Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî duh (21`ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.

Heyva Sor a Kurd mîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin.

Divê aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.”