Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû

Piştî erdheja 6`ê Sibatê heta niha 19 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn ku tê de pêdiviyên sereke yên mexdûrên erdhejê hene.

Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû
Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû
Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû
Karwanekî din ê alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûdê bû
22 sibat, 2023   11:05
HELEB

Îro karwanekî din ê alîkariyan derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bû ku ji 5 kamyonan pêk dihat.

Karwanê alîkariyan di benda kontrolê ya Eward re derbasî taxa Şêxmeqsûd bû ku ji 2 beşan pêk dihat. Di beşa yekemîn de kon, mînder û batanî hene ku li hola Efrînê hat valakirin. Beşa duyemîn jî ku ji cil û berg û amûrên mitbexê pêk tê, li hola Ewlan hat valakirin. Her du hol li herêma Şiqeyf a Şêxmeqsûdê ne.

Komîteya Xêrxwaziyê berê ragihandibû ku ew bi hevkariya komînan kar dike û dê lîsteyên mexdûrên erdhejê amade bike û li gorî pêwîstiyê, alîkariyan belav bike. Her wiha da zanîn ku heta hemû karwan derbasî herêmê nebin, alîkarî nayên belavkirin.

Gelek dewletan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî şandine.

Hikumeta Şamê nahêlê karwanên alîkariyê yên Rêveberiya Xweser ku ji 10 Sibatê ve amade kirine, derbasî her du taxan bibin.

(şx)

ANHA