Li Dêrazorê projeya restorekirina 4 stasyonên avdanê

Rêveberiya Çandinî û Avdanê bi piştevaniya Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya ji nû ve amadekirina 4 stasyonên avdanê ya ji bo avdana 25 doniman li bajaroka Sosê, didomîne.

Li Dêrazorê projeya restorekirina 4 stasyonên avdanê
21 sibat, 2023   01:49
DÊRAZOR-FATIMA EL EBID

Di dema dagirkeriya DAIŞ`ê ya li bajaroka Sûsê ya rojhilatê Dêrazorê de, stasyonên avdanê wêran bûn. Pê re av ji ser wan qut bû û cotkar neçar man berhemên xwe yên çandiniyê bi rêya jeneratoran av bidin, ku lêçûna wan biha bû.

Gerînendeya Çandinî û Avdanê ya Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê ku navenda wê li Hecînê ye, di destpêka Kanûna 2022ʹyan de dest bi projeya restorekirina 4 stasyonên avdanê yê li bajarokê Sûsê (Aliyat, Heşîm, Meraşîda, Îleb Daxir) kir. Ji bo bidawîkirina vê projeyê 90 roj hatiye diyarkirin.

Serokê Beşa Kooperatîfan a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Xelîl El Mihemed got, di çarçoveya projeyê de dê cihên pompan, kenalên avdanê,  jenerator werin restorekirin, her wiha dê jeneratorên nû û boriyên avkişandinê werin danîn.

El Mihemed diyar kir ku armanca wan ji vê projeyê ew e qadeke berfireh a çandiniyê were avdan û pirsgirêka hişkbûnê were çareserkirin.

El Mihemed anî ziman ku proje hîna dewam dike û tê payîn ku beriya dema ku hatiye diyarkirin, bi dawî bibe.

Xelîl El Mihemed plana sala 2023ʹyan a Gerînendeya Çandinî û Avdanê ya Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê eşkere kir û got: "Ji bo sererastkirina 10 pompên çandiniyê yên li deverên cuda yên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê me lêkolîn pêşkêş kirine."

(bb)

ANHA