​​​​​​​Dorpêça hikumeta Şamê êşa mexdûrên erdhejê girantir kiriye

Mexdûrên erdhejê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir û daxwaz kirin ku alîkarî bi lez derbasî herêmê bên kirin.

​​​​​​​Dorpêça hikumeta Şamê êşa mexdûrên erdhejê girantir kiriye
20 sibat, 2023   00:40
HELEB

Firqeya 4′an a hikumeta Şamê piştî erdhejê dorpêça ku daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike û nahêle madeyên bingehîn mîna sotemenî, xwarin, derman û alîkariyên mirovî bikevin herdu taxan.

Têkildarî mijarê, ajansa me nêrînên mexdûrên erdhejê yên li herdu taxan girtin. Welatiyan dorpêça Firqeya 4′an a hikumeta Şamê şermezar kir û daxwaz kir ku dorpêç tavilê were rakirin.

Mezgîn Şêxo ya ji taxa Eşrefiyê û niha li stargeha li Parka Efrînê bi cih dibe, wiha got: "Erdhej berbangê çêbû, hemû welatî derketin kolanan. Em pir tirsiyan. Baran dibariye, em ji malên xwe derketin, betanî li cem me tune bûn. Tu rêxistinên mirovî alîkariya me nekir."

Mezgînê wiha domand: "Derman tune ne. Em di bin dorpêçeke giran de ne, pêdiviya me bi kon, xwarin, şîrê zarokan û dermanan heye. Hikumeta Şamê heta alîkarî jî derbas bibin."

Mistefa Mela Mihemed ê ji Eşrefiyê û niha li Parka Efrînê dimîne, behsa kêliya erdhejê kir û bi vê hevokê şert û mercên jiyanê ku bi dorpêça hikumeta Şamê re zehmettir bûne, pênase kir: “Ne mal, ne tiştekî me ma.”

Mela Mihemed bal kişand ku hikumeta Şamê nalêle ku madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin û got: “Malên me yên li Efrînê, zeyt û zeytûnên me dizîn. Em bi darê zorê koçber kirin û Efrîn ji biyaniyan re hiştin."

Mela Mihemed destnîşan kir ku her bendeke kontrolê li gorî qanûnên cuda tevdigere û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Mafê vî gelî winda nabe. Zû yan dereng li ser her tiştê qirêj ê li dijî me pêk anîne, werin cezakirin.”

(fr/cx)

ANHA