Piştî du hefteyan dibistanên herêma Firatê hatin vekirin

Dibistanên herêma Firatê ku ji ber erdhejê du hefteyan hatibûn girtin, îro carek din deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekirin.

Piştî du hefteyan dibistanên herêma Firatê hatin vekirin
19 sibat, 2023   09:58
KOBANÊ

Bi biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibistanên herêma Firatê ji 6ʹê Sibatê ve ji ber erdhejê hatibûn girtin.

Di encama erdhejê de 13 dibistan li kantona Kobanê ziyan dîtin. Piştî keşfên ku ji aliyê komîteyên pispor ve hatin kirin, piştrast bû ku ev ziyan xetereyê li ser jiyana şagirtan çênake. Li ser vê yekê dibistan îro dîsa vebûn.

(bb)

ANHA