SOHR: Di êrişa Îsraîlê de 16 kes hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya dijî Şamê de 16 kes hatine kuştin.

SOHR: Di êrişa Îsraîlê de 16 kes hatin kuştin
19 sibat, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişa bi moşekan a Îsraîlê ya dijî Kefer Sosê ya Şamê de, di nav de jinek 16 kes hatin kuştin û hin kesên din birîndar bûne.

Medyaya fermî ya hikumeta Şamê jî ragihand ku di êrişan de, yek ji wan leşker 5 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

(cx)