Desthilata AKP/MHP’ê piştî erdhejê çi vedişêre?

Tevahiya Kurdistan û cîhanê bi kewandina birînên erdhejê re mijûl dibe lê desthilata AKP/MHP’ê bi pêkanînên xwe rê li ber pirsên ‘Çi vedişêrê, çima alîkariyan asteng dike û cudaxwaziyê zêde dike?’ vedike.

Desthilata AKP/MHP’ê piştî erdhejê çi vedişêre?
18 sibat, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Erdhejên ku li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê 6`ê Sibatê ku pîleya 7.7 û 7.6 pêk hatin, hîn jî rojeva yekemîn a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ne. Di roja 13’an de tê gotin ku hîn jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne, bi deh hezaran kes bê mal li ber sermayê û li benda alîkariyê ne. Lê li Tirkiyeyê pêkanîna desthilata AKP/MHP’ê yên têkildarî erdhejê ketine pêşiya xebatên rizgarkirin û alîkariyê. Her ku diçe hêrsa li hemberî desthilatê mezin dibe, êdî li derveyî Tirkiyeyê jî nîqaş berfirehtir dibin. Çend pêkanînên ku piştî erdhejê derketine pêş jî vê rastiyê baştir radixe ber çavan.

ÇIMA CENAZÊ BI KOMÎ Û YEKSER TÊNE VEŞARTIN?

Cenazeyên ji bin kavilan hatine derxistin, bi awayekî veşartî û komî, bêyî wecîbeyên olî yekser tên binaxkirin. Gelek mexdûrên erdhejê ku ji bin kavilan hatin derxistin, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye. Bi taybet mexdûrên erdhejê yên birîndar jî ji aliyê bijîşkan ve baş nayên kontrolkirin. Heya niha jî bi deh hezaran mexdûrên erdhejê li kolanan li ber sermayê hatine hiştin. Ji gel re kon nayên dayîn ku gelek mexdûrên erdhejê berê xwe didin bajarên Bakurê Kurdistanê ku gel pêşwaziya wan dike.

ZAROK TÊN WINDAKIRIN

Zarokên mexdûrên erdhejê ku ji bin kavilan hatine derxistin, rewşa wan ne diyar e. Çi li van zarokan tê kirin, kes parve nake. Gelek îdia hene ku ev zarok ji aliyê endamên terîqetên olî ve têne revandin. Dewleta Tirk jî ji bo polîtîkayên ‘dewşîrmetiyê’ dîsa van zarokan bi kar tînin. Her wiha ji bo firotina organên zarokan tê îdiakirin ku zarokan difiroşin mafyayê. Der barê van îdiayan de hin saziyan gilî kirin.  

ALÎKARÎ TÊN DESTESERKIRIN

Bi taybet li Bakurê Kurdistanê gel bi hevgirtineke mezin ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyan kom dike. Di komkirina alîkariyan de HDP jî roleke girîng dilîze. Lê leşkerên AKP/MHP’ê alîkariyên ji aliyê HDP`ê û gelê Bakurê Kurdistanê ve ji bo mexdûran hatine komkirin, asteng dikin. Mînakeke vê li bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê çêbû. 

Li gundê Hetma yê navçeya Basa ya Şirnexê, HDP’ê di çarçoveya kampanyayê de ji bo mexdûrên erdhêjê alîkarî kom dikir lê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin û bi îdiaya "alikariya îllegal kom dikin” alikariya ku ji gund hatiye komkirin, hate desteserkirin.

JI BO ALÎKARIYAN JÎ QEYÛM

Koordînasyona ku bi pêşengiya HDP’ê, odeyên pîşeyî, saziyên sivîl, komeleyên gund, tax û herêman li Mala Gund a Hasankoca ji bo komkirina alîkariyan hatibû avakirin, di 15’ê Sibatê de qeymeqamê Bazarcixê li gel fermandarê navçeyê û gelek leşkeran ji bo pêşî li hevgirtina gelan bê girtin, qeyûm avetinê. Ev çend roj e qeyûm tu alîkariyê li gel belav nake.

NAXWAZIN RASTIYA WAN DERKEVE HOLÊ

Gelek saziyên çapemeniyê yên biyanî ku dixwazin rewşa dawîn a erdhejê bişopînin, ji aliyê hikumeta AKP/MHP’ê vê tên astengkirin. Pêşiya rojnamevanan bi komên çekdar yê girêdayî hikumetê tê girtin û hewldanên êrişê tên kirin. Hikumeta AKP/MHP’ê tenê destûrê dide çapemeniya girêdayî xwe. Ev çapemenî ji ber tiştên heyî berovajî dibejê, bi bertekên gel re rû bi rû dimîne. Rojnamevanên ku hewl didin heqîqetê derxin holê, ji aliyê leşker û polîsan ve têne destgîrkirin.

TÎM VEDIGERIN, DILXWAZ TÊN DERSÎNORKIRIN

Piştî erdhejê gelek dewletan tîmên rizgarkirinê şandin Tirkiyeyê. Lê piraniya van tîman vegeriyan welatên xwe ku xebatên wan dihatin astengkirin. Heya niha tîmên Almanya, Awisturya, Îsraîl, Spanyayê vegeriyane. Tîmên Spanyayê yên rizgarkirinê diyar kir ku “Hikumetê biryar daye ku bi erebeyên kar bikeve nav kavilan. Pêkanîna tiştekî wiha tê wateya kuştina gelek mirovan. Em nabin parçeyekî vê yekê.” û ji Tirkiyeyê derketin.

Gelek kesên ku bi dilxwazî ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirina mexdûrên erdhejêyan derbasî Tirkiyeyê bûne ji aliye hikûmetê ve tên dersînor kirin. Li Hatayê 3 dilxwazên Yûnanî hatin binçavkirin ku wan rêkirin saziya koçberan a li Edeneyê. Tê gotin ku wê wan dersînor bikin.

DÎSA MALBATA ERDOGAN

Mutahîdên ku bûn sedema kuştina bi hezar mirovan têne destgîrkirin lê yên yekser girêdayî malbata Erdogan in, der heqê dosyaya wan de biryara nepeniyê tê dayîn. Piranî avahiyên hilweşiyayî, bi destê mutahîdên girêdayî kurê Erdogan Bîlal Erdogan hatine çêkirin.

LÛTKEYA BÊWIJDANIYÊ

Di civîna meclisa meha Sibatê ya Odeya Pîşesaziyê ya Kocaeliyê de serokê Odeya Pîşesaziyê Ayhan Zeytinoglu der barê mexdûrên erdhejê de gotibû: “Kesên ji herêma erdhejê tên, kar nedinê. Werin em xwe nexin rewşeke ku guhertina demografîk pêk bîne. Tiştekî ku em ji mexdûrên erdhejê re bibêjin, tune ye.”

Parlamentera AKP'ê ê Çanakkaleyê Julîde Îskenderogluyê Meletî ziyaret kir û ji mexdûrekî erdhejê re ku rewşa xwe jê re parve dikir, got "Îşê Xwedê ye, em nikarin bikin."

GOTINÊN NAKOK ÊN ERDOGAN

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di 4’ê Sibata 2022’yan de li 6 taxên Hatayê (Îskenderûn) biryara “Herêma Birîsk a Karesatê” rakiribû.

Piştî erdhejê Erdogan got “Ev plansaziya qederê de ye.” Lê Erdogan di sala 1999`an de ku wê demê partiya wan di opozîsyonê de bû, têkildarî erdheja herêma Marmarayê gotibû “Hikumet di bin erdhejê de maye, têk çûye, dawiya xwe aniye.”

ANHA