Parêzeran ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serî li serdozgeriyê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serî li serdozgeriyê da
16 sibat, 2023   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Emran Ekmekçî û Faîk Ozgur Erol ên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û 23 meh in agahî jê nayên stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêber Ocalan nayên stendin.