Li Iraqê 4 DAIŞ′î hatin kuştin

Di pevçûnên navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ′ê li parêzgeha Taremiyê ya bakurê Bexdayê de 4 DAIŞ′î hatin kuştin û 10 endamên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Li Iraqê 4 DAIŞ′î hatin kuştin
16 sibat, 2023   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehî yê iraqî eşkere kir ku di pevçûnên navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ′ê li parêzgeha Taremiyê ya bakurê Bexdayê de 4 DAIŞ′î hatin kuştin, her wiha 4 endamên artêşa Iraqê ji nav wan esfer Emar Nûman şehîd bûn û 6 jî birînar bûn.

Çavkanî diyar kir ku hîna di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistina terorîst li Taremiyê de şer dewam dike.

(fr)