​​​​​​​Bavê şehîd Ferhad û Îsam Şiblî wefat kir

Bavê şehîd Ferhad Şiblî û şehîd Îsam Şiblî, Hecî Şiblî îro li nexweşxaneya Dêrikê di 69 saliya xwe de wefat kir.

​​​​​​​Bavê şehîd Ferhad û Îsam Şiblî wefat kir
15 sibat, 2023   12:07
QAMIŞLO

Ji kesayetên welatparêz ên Dêrikê Hecî Şiblî wefat kir. Şiblî bavê şehîd Ferhad Şiblî û Îsam Şiblî ye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî di 17`ê Hezîrana 2022`yan de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Şervanê YPG`ê Îsam Şiblî (Îsam Dêrik) di 1`ê Çileya 2022`yan de şehîd bûbû.

Hecî Şiblî ku bi nexweşiya kanserê ketibû, îro li nexweşxaneya Dêrikê di 69 saliya xwe de wefat kir.

Hecî Ebdulezîz Şiblî di salên 1980`yî de tevgera rizgariyê ya Kurdistanê nas kiribû û li herêmê kesekî bi nav û deng bû.

Li ser xwesteka wî, cenazeyê Hecî Şiblî li Qubeya Şêx Elî ya li nêzî Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

(cx)

ANHA