Rêveberiya Xweser ji bo vekirina deriyên sînor nameyek da Komseriya NYʹyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê nameyeke bi banga vekirina deriyên sînor ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê re da Komseriya Neteweyên Yekbûyî.

Rêveberiya Xweser ji bo vekirina deriyên sînor nameyek da Komseriya NYʹyê
14 sibat, 2023   12:23
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, daxuyaniyek li ber avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û nûnerên partiyên siyasî hat dayîn. Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis daxuyanî xwend.

Telet Yûnis ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û got beriya erdhejê Sûriye di rewşeke mirovî ya zehmet de bû û erdhejê azarê welatiyan zêdetir kirin.

Yûnis bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser bi desteka gel kampanyaya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ragihand û hemû derfetên xwe seferber kirine.

Yûnis diyar kir ku ji roja yekemîn ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê nahêlin alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî herêmên karesatê bibin.

Yûnis bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên cîhanî kir ku astengiyên li pêş gihandina alîkariyan rakin û got: "Divê rêxistinên cîhanî û hêzên navneteweyî erkên xwe bi cih bînin, deriyên sînor bi taybet ê Til Koçerê vekirin ku bi biryara siyasî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye girtin. Girtina deriyên sînor aloziyên mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diafirîne û bandorê li gelemperiya Sûriyeyê dike."

Telet Yûnis diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevahî deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî vekirine.

Piştre hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyid û endamê Meclisa PYDʹê ya Qamişlo Elî Omer nameya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê radestî Komseriya Kar û Barên Penaberan a NYʹyê kir da ku radestî sekreterê giştî yê NYʹyê Antonio Guterres bike.

Têkildarî naveroka nameyê, Hêvî Seyid ji ANHAʹyê re diyar kir ku wan di nameyê de banga vekirina deriyan, nemaze yê Til Koçerê li pêş gihandina alîkariyan ji bo tevahî Sûriyan kiriye.

(bb)

ANHA