Li Semsûrê cenazeyan bi komî binax dikin

Li navçeya Besnî ya Semsûrê cenazeyên ji bin kavilan hatin derxistin, bi komî hatin binaxkirin.

Li Semsûrê cenazeyan bi komî binax dikin
14 sibat, 2023   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 9'emîn a erdhejê de li navçeya Besnî ya Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyên ji binê kavilan hatin derxistin, bi komî hatin binaxkirin.

Di dîmenan de ku ji aliyê kesekî li goristanê dixebite hatine kişandin, tê dîtin ku leşker û rayedarên Tirk bi dozeran gorên komî dikolin, cenazeyan di hundirê kîsan de li ber hev bi cih dikin û makîneyên kar axê diavêjin ser wan.

Ji ber ku li goristanan kesek ji malbatên qurbaniyan nîn e, tê gotin ku hejmara qurbaniyan tê veşartin.

Cenazeyên ji bin kavilan têne derxistin bi kamyonan dibin goristanê.

Yek ji dilxwazan anî ziman ku hin ji kesên mirine penaber in, wêneyên cenazeyan ên ji bilî yên penaberan têne kişandin, li sîstema Midûriyeta Emniyetê têne barkirin û tê plankirin ku piştî demekê bang li xizmên wan bê kirin ku wêneyan teşhîs bikin.