​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li dijî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê derketin û bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Şamê kir ku nakokiyên xwe yên siyasî derbas bike û deriyan li pêş karwanên alîkariyan veke.

​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
​​​​​​​Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê li dijî siyasetên hikumeta Şamê derketin
13 sibat, 2023   13:31
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban û endamên Heyva Sor a Kurd meşek li dar xist.

Meşê ji çarxerêya navçeya Ehdas dest pê kir û ber bi benda kontrolê ya “ewlehiya dewletê” ya hêzên hikumeta Şamê ve dewam kir. Bênavber li dijî dorpêçê û bêdengiya navneteweyî dirûşme hatin berzkirin.

Her wiha pankertên bi nivîsên “Şam alîkariyan ji ser gelê mexdûr ê li Şêxmeqsûd û Şehbayê qut dike” , “Na ji polîtîzekirina karên mirovî re” , “Rêxistinên miroî û dewletên demokratîk li ku ne”, “Siyaseta dorpêçê karesata mirovî girantir dike” , “Em dixwazin aliyên navneteweyî dergehan vekin û alîkariyan derbas bikin” û “Hikumeta Şamê gelê Sûriyeyê dorpêç dike” hatin bilindkirin.

Li cem benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê, bi navê Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê daxuyanî hat dayîn.

Îsrafîl Mistefa û Bêrîvan Xelîl daxuyanî xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re û şîfa ji birîndaran re hat xwestin.

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser hevgirtina gelan û girtina pîvanên exlaqî di ser her tiştî re hat kişandin û wiha dewam kir: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe bi qurbaniyên karesatê re nîşan da, bi lez karwanên alîkariyên mirovî amade kirin da ku radestî mexdûrên li herêmên hikumeta Sûriyeyê, herêmên opozîsyonê û herêmên Şehba û Helebê bên kirin.”

Bal li ser siyasetên şaş ên hikumeta Şamê jî hat kişandin û hat gotin: “Hikumeta Sûriyeyê bi siyasetên xwe yên şaş berjewendî û siberoja gelê Sûriyeyê temsîl nake. Ew rê nade ku alîkarî bigihêjin koçberên li Şehba, Efrîn û Helebê. Dewleta Tirk jî rê nade ku alîkarî bigihêjin xelkê me yê li herêmên Efrîn, Bab û herêmên din ên dagirkirî.”

Her wiha rewşa jiyanî, tenduristî û ewlehî ya xirab a li Şehbayê hat bibîrxistin, ku ji ber erdhejê girantir bûye.

Bang li hikumeta Şamê hat kirin ku nakokiyên xwe yên siyasî derbas bike, deriyan li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo tevahî gelên Sûriyeyê yê mexdûr û xelkê Şehbayê, veke. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û komeleyên xêrxwaziyê hat kirin ku tavilê destwerdanê bikin da ku azarên koçberan kêm bibin.

Piştî daxuyanî hat dayîn, koçber li erdê rûniştin û pankertên li djiî siyaseta hikumeta Şamê ya li hember koçberên Efrînê bilind kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo jî axivî, rewşa heyî û kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî koçberan nirxandin û sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê.

Elo bang li şêniyan kir ku li hember siyasetên hêzên navneteweyî û dirutiya siyasetên rêxistinên navneteweyî yên ku rê didin hikumeta Şamê ku zextê li koçberan bike, têkoşînê bilind bikin.

(cx)

ANHA