Ciwan li dijî komployê 20 km dimeşin

Ciwanên herêma Firatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan dest bi mesa dirêj kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Ciwan li dijî komployê 20 km dimeşin
13 sibat, 2023   12:13
 KOBANÊ

Tê payîn ku ciwan di 3 rojan de 20 kîlometreyan bimeşin.

Beriya ku meş dest pê bike, endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û got: “Rêber Ocalan ji beriya 24 salan de li girtîgehê li dijî zulm û zordariya dijminên gelê Kurd li ber xwe dide. Hebûna rêbertî tê wateya hebûna civakê.”

Firyal anî ziman ku meş bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê lidarxistin û got: “Azadiya wî azadiya me ye.”

Piştre, meşê ji gundê Rovî yê başûrê Kobanê dest pê kir. Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Bi ruhê fedaî yê ciwanan em ê azadiya rêbertî misoger bikin” rakirin.

Beşdarên çalakiyê êlekên ku nivîsên “ciwan fedaîyên Rêber Apo ne” li ser in, li xwe kirin û ber bi navenda bajaroka Til Xezal ve meşiyan. Tê payîn ku îşev li wir bimînin. Dê sibe jî ber bi navenda navçeya Şêran ve bi rê kevin û şevekê jî li wir bimînin. Di sibeha roja din de jî (15`ê Sibatê) wê ber bi bajarê Kobanê ve bimeşin da ku tevlî meşa navendî ya li bajêr bibin.

Ev meş, di çarçoveya çalakiyên li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de, pêk tê.

(cx)

ANHA