​​​​​​​20 hezar xwendekarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji xwendinê bê par mane

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 20 hezar xwendekar ji xwendinê bê par mane. 5 dibistanên li her du taxan veguherîne stargehên demkî ji bo mexdûrên erdhejê, 8 dibistanên din jî zirar dîtine.

​​​​​​​20 hezar xwendekarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji xwendinê bê par mane
​​​​​​​20 hezar xwendekarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji xwendinê bê par mane
​​​​​​​20 hezar xwendekarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji xwendinê bê par mane
​​​​​​​20 hezar xwendekarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji xwendinê bê par mane
13 sibat, 2023   12:12
HELEB

Li gel berdewamkirina dorpêça hikumeta Şamê û nebûna derfetên Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dibistan ji bo mexdûrên erdhejê kirin stargehên demkî.

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya di 6`ê Sibatê de, bandor li gelek herêmên Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî kir.

Ji ber heman sedemê, perwerde hatiye rawestandin û bi vê yekê 20 hezar xwendekar ji xwendinê bê par mane.

Tê destnîşankirin ku ji ber erdhejê li her du taxan 150 avahî û mal bi temamî yan beşî rûxiyane.

Li gorî hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Fatima Koşan, li taxên navborî 13 dibistan hene, ji wan 5 bûne stargeh. 8 dibistanên mayî jî ji ber erdhejê zirar dîtine.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîre Hec Elî jî roja şemiyê ragihand ku betlaneya li dibistanên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, herêma Firatê û Şehbayê hatiye dirêjkirin.

Di roja erdhejê de, Rêveberiya Xweser li sazî û dibistanan betlane ragihandibû.

(cx)

ANHA