AKP/MHP li ser mirinê jî siyasetê dike

Li bajarên Bakur û Tirkiyeyê ku erdhej lê çêbûye, gelek bûyerên tundiyê rû didin. Heta niha bi dehan kes bi îdiayên dizî û talanê hatine lînçkirin û kuştin. Hê jî bi deh hezaran cenaze di bin kavilan de ne, bertekên mexdûran tên astengkirin û  bi xetereya nexweşiyan re rû bi rû hatine hiştin.

AKP/MHP li ser mirinê jî siyasetê dike
13 sibat, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di erdhejên dijwar ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hejmara miriyan gihîşt 30 hezarî û bi deh hezaran jî birîndar hene.

Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Tevî vê xebata rizgarkirinê jî, li gelek deveran bi makîneyên kar xebata rakirina kavilan jî dan destpêkirin. Tê gotin ku nimûneyên wan avahiyên ku kavilên wan tê rakirin jî nehatine girtin.

CENAZE LI GORÎ WECÎBEYÊN OLÎ NAYÊN VEŞARTIN

Gelek cenaze li korîdorên nexweşxaneyan û li kolanan hatine sekinandin. Cenaze ne li gorî wecîbeyên olî tên veşartin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang kirin û xwestin divê cenaze ji binê kîjan kavilan hatiye derxistin, girteka wê bê girtin, otopsî bê kirin û li gorî wecîbeyên olî bên veşartin.

Waliyên ku ji aliyê desthilata Tirk ve wek “koordînator” hatine wezîfedarkirin jî, li gel ku dizanin mirov di bin kavilan de mane jî, daxuyandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qediyane.

DEWLETAN JI BER EWLEHIYÊ TÎMÊN XWE VEKIŞANDIN

Piştî erdehjê ji gelek dewletên cîhanê tîmên rizgarkirnê berê xwe da herêma erdhejê û tev li xebatên rizgariyê bûn.

Lê li bajaran piştî ku bûyerên talan û lînçkirinê zêde bûn, tîma ku ji Îsraîlê hatibû, vegeriya welatê xwe. Tîmê diyar kir ku ji ber metirsiya li ser endamên tîmê vegeriyane. Her wiha tîmên girêdayî artêşa Îsraîlê jî ji herêmê derketin.

Duh li Îskenderûnê tîmên ji Almanya û Awisturyayê hatibûn jî ji ber metirsiyên ewlehiyê navber da xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê. Tîma ji Awisturyayê dûre da zanîn ku dê leşkerên Tirk ji bo ewlehiya wan werin erkdarkirin û ew jî xebatên xwe bidomînin.

TALAN Û LÎNÇ

Ji gelek welatan û bajarên din Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê alîkarî ji herêmên erdhejê re tê şandin. Lê li herêmê heta niha gelek caran kamyonên alîkariyê hatine talankirin, her wiha hin kesên ku ji bo alîkariyê berê xwe dabû herêmê, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatin destgîrkirin û îşkence lê hate kirin.

Li ser hesabên sosyal medyayê gelek dîmenên dizî û talanê hatin weşandin û ji gelek hesabên kesên nîjadperest, nemaze li hember sûriyeyiyan propaganda hate kirin. Pê re jî gelek dîmenên girtin û îşkencekirina kesên ku tê îdiakirin dizî kirine, hatin weşandin. Di hin dîmenên de xuya dibe ku kesên îşkenceyê dikin polîs û leşkerên dewleta Tirk bi xwe ne.

Li navçeya Defne ya Îskenderûnê 3 kes ji ber îdiayên ku talan kirine, hatin lînçkirin û her sê kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 5 ciwanan ji Amedê berê xwe da Semsûrê ku erdhejê bandoreke giran lê kiriye, da ku alîkariyê bikin. Polîsên Tirk her pênc ciwan girtin, îşkence lê kir û piştî ku tazî kirin, danîn derveyî bajarê Semsûrê.

‘ZAROKAN DIREVÎNÊN EFRÎNA DAGIRKIRÎ’

Li ser sosyal medyayê gelek îxbarên têkildarî zarokên winda têne kirin.

Cîgirê serokê giştî yê Partiya Gelecekê ya muxalefetê ya Tirkiyeyê Selîm Temurcî têkildarî di weşana televîzyonrekê de got zarokan direvînin Efrînê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye.

ÇAPEMENIYA TIRK NAHÊLE MEXDÛR DERKEVINE WEŞANÊ

Li herêmên erdhejê gelek nûçegihan û dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê hene û bi domdarî weşana zindî dikin. Lê tê diyarkirn ku çapemeniya Tirk ji mexdûrên erdhejê zêdetir, bala xwe dide ser rayedarên dewletê û azarên gel nîşan nade.

Di gelek weşanan de dema ku mexdûrên erdhejê bertekên xwe anîn ser ziman, ji aliyê nûçegihan an jî kanalan ve hatin astengkirin. Mexdûrên erdhejê li ser dezgehên çapemeniyê yên muxalîf destnîşan dikin ku çapemeniya Tirk ji bo nixumandina rastiyê û propagandaya hikumetê li herêmê ye. 

METIRSIYA BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN ZÊDE DIBE

Di erdhejê de ku di 6’ê Sibatê de pêk hat, bi deh hezaran avahî hilweşiyan û li gorî tehmînan bi sed hezaran kes di bin kavilan de mane. Ji ber ku alîkariya profesyonel dereng gihaşt herêmên erdhejê, bi taybet li Îskenderûn û navçeyên wê û Mereş û navçeyên wê gelek cenaze hê jî di bin kavilan de ne.

Pispor hişyariyê didin ku ji ber tunebûna madeyên paqijiyê û cihên serşûştin û paqijiya şexsî, her wiha ji ber cenazeyan û bêhna wan, dibe ku nexweşiyên nû derkevin. Tê diyarkirin ku li gelek deveran hê jî tuwalet nehatine danîn û ji bo paqijiyê av bi dest nakeve.

ANHA