Li Minbicê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin

Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derketin xwepêşandanê û bang li hemû aliyan kirin ku hemî korîdoran vekin ji bo ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Li Minbicê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
12 sibat, 2023   13:53
MINBIC

Şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, saziyên taybet ên jinan tev li xwepêşandanê bûn ku bi dirûşma “Bi pergala gelan em pergala Îmraliyê bişikînin” li dar ketiye.

Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan a Minbicê dest pê kir û li çerxerêya El Meseb rawestiya û veguherî mitingê. Di xwepêşandanê de girseya gel wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Serok Apo kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e” û “Em banga azadiya Rêber a fîzîkî dikin” hildan.

Her wiha di mitingê de, Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Sîham Hemo axivî û got: “Di meha Sibatê de gelek rojên reş hene. 15`ê Sibata 1999`an Komploya Navneteweyî li dijî Rêber û Ronakbîr Abdullah Ocalan pêk hat. Li gel şert û mercên dijwar ên herêm tê re derbas dbibin û heta piştî erdhejê tu agahî ji wî nayên girtin.”

Sîham bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî kir ku derfetê bidin parêzeran ku bi mewkîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re, hevdîtinê pêk bînin û rewşa wî nas bikin.

Her wiha Sîham bang li aliyên têkildarî kir ku fişarê li opozîsyonê û hikumeta Şamê bikin da ku hemî korîdoran û deriyan vekin ji bo ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Zehra Mihemed axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Ji 24 salan ve, li gel bêdengiyeke biguman a navneteweyî tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Em tiştekî li ser wî nizanin. Beriya çend roja erdhej li Sûriyê û Tirkiyê rû da. Ji ber wê em sersaxî didin malbatên qurbaniyan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê.”

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê û gundewarê wê Nasir Hesen axivî û piştgiriya xwe bi xelkê herêmên wêranbûyî anî ziman û wiha domand: “Em dê destekê bidin xelkê xwe yên li wan herêman. Em ji hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dibêjin hûn nikarin vîna vî gelî azad têk bibin.”

Hesen bang li hemû saziyên ku mirovahiyê îdia dikin, kir ku yekser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de bi berzkirina sloganan Komploya Navneteweyî şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

(şx)

ANHA