​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê

Ji bo veguhastina xwendekar û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Helebê dimînin, îro yekemîn rêwîtî gihaşt Reqayê.

​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
​​​​​​​Yekemîn rêwîtiya xwendekar û şêniyên herêmê ji Helebê gihaşt Reqayê
7 sibat, 2023   15:01
 REQA

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Tebqa û Reqayê li ser bangewaziya xwendekarên zanîngehan ên li Helebê dimînin, gelek tedîbr girtin da ku wan ji Helebê veguhezîne herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Reqayê Hesen El Xabûr destnîşan kir ku wan otobus û gelek minibus eyar kirin da ku xwendekaran ji Helebê bînin herêmê.

El Xebûr diyar kir ku şîrketên veguhastinê bi wan re hevkar in û heta niha 3 otobus çûne Helebê da ku xwendekaran bînin Reqayê. Her wiha da zanîn ku 7 otobûs ji Reqa ber bi Helebê ve bi rêketin.

El Xabûr eşkere kir ku 16 ajokarên minîbûsan bi dildarî û bi koordîneya Daîreya Veguhastina Bejahî ya Yekitiya Ajokaran, berê xwe dan Helebê da ku xwendekaran bînin herêmên.

Piştî nîvro, yekemîn rêwîtiyên xwendekaran gihaşt Reqayê. Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqa, endamên Rêveberiya Veguhastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşwaziya wan kir.

(şx)

ANHA