Rojnameyên erebî: Bîlançoya qurbaniyên erdheja Sûriye û Tirkiyeyê girantir dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa erdheja li Sûriye û Bakurê Kurdistanê û rewşa Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Bîlançoya qurbaniyên erdheja Sûriye û Tirkiyeyê girantir dibe
7 sibat, 2023   07:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ ERDHEJA WÊRANKER: HEJMARA MIRIYAN ZÊDE DIBE, BI DEH HEZARAN BIRÎNDAR HENE’

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye, wiha nivîsî: “Duh xebatên rizgarkirinê li Sûriye û Tirkiyeyê dewam kir. Heta dema amadekirina vê raporê, bîlançoya qurbaniyan li Tirkiye û Sûriyeyê gihîşt zêdetirî 2 hezar û 650 kesî, Enqereyê jî ragihand ku heta niha 11 hezar û 119 kes birîndar bûne.

Sibeha duşemê bi pileya 7.7 li herêmên cuda yên başûrê Tirkiyeyê erdhej çêbû ku navenda wê Mereş bû û li gelek parêzgehên din ên başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê jî hat hîskirin.

Piştî erdheja mezin bi dehan erdhejên din çêbûn, ku pileya hinekan gihîşt pileya erdheja mezin. Pileya yekê ji wan 7.6 bû, hinekên din jî gihaştin zêdetirî 6 pileyê ku bi wê yekê tirs û wêranî zêdetir bû. Heta duh êvarê jî hilweşîna avahî û xaniyan dewam dikir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku dibe hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”

‘MALIKÎ AMADE YE HELBÛSÎ JI PEYWIRÊ BIXE, BI ŞERTÊ KU SUNNÎ LI SER WÊ LI HEV BIKIN’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb nivîsî: “Îtîlafa Dewleta Yasa ya bi serokatiya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê bide her gavekê ji bo xistina Mihemed Helbûsî ji peywirê, lê bi şertê ku aliyên sunnî li ser vê yekê li hev bikin.

Ev helwest, careke din agahiyên ku behsa rola Malikî di zextên li dijî serokê hevbendiya Teqedum a sunnî Mihemed Helbûsî piştrast dikin.

Çavdêr dibêjin ku Îtîlafa Dewleta Yasa di gelek mijaran de zextê li Helbûsî dike, lê nagihêje wê astê ku wî ji peywirê bixin, ji ber ku dibe ku bi wê yekê hevbendiya rêveberiya dewletê ku sîwana siyasî ya hikumeta Sûdanî ye, ji hev bê xistin.”

(cx)