Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê dide malbatên ji malên xwe derketine

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi hevkariya komînan, kon ji bo welatiyên ku ji tirsa erdhejê ji malên xwe derketine, vedan û alîkariyan didin wan.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê dide malbatên ji malên xwe derketine
6 sibat, 2023   17:49
 HELEB

Ji ber erdheja ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê rû daye, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 kes birîndar bûn.

Ji tirsa ku erdhej carek din çêbibe û avahî hilweşin, bi dehan malbatên li her du taxan malên xwe vala kirin û berê xwe dan qadên giştî û goristana şehîdan a gundê Pino.

Meclisa Giştî ya her du taxan jî bi hevkariya komînan, kon ji welatiyan re vedan û xwarinê li wan belav dikin.

Nûçegihanê me li Helebê ji qada şehîdan, parka Rêber Ocalan û goristgana şehîdan a gundê Pino hin dîmen û wêne bi me re parve kirine.

(cx)

ANHA