​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bîlançoya birîndarên erdhejê giran dibe

Li Şêxmeqûsd û Eşrefiyeyê yên Helebê hejmera kesên ku di erdhejê de birîndar bûne gihaşt 43’yan.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bîlançoya birîndarên erdhejê giran dibe
6 sibat, 2023   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayederên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê hejmera kesên ku di erdhejê de birîndar bûne, bû 43 kes ku 2 jê zarok in û 17 jî jin in.

Ji birîndaran navên 39 kesan hatin zanîn:

Fehîma Mistefa (32), Xedîce Çawîş, Gulê Cindo, Roj Diyar Nesan (26), Mihemed Îbo (38), Kewser Xetab, Mihemed Yûsif Elî (30), Xufran Ehmed (18), Hêvîn Çawîş (39), Elî Hec Yûsif, Xalid Çawîş (47), Remzî Şêxo, Nazilê Hemo (29), Cîlan Hec Îbrahîm (35), Elaa Hisên (25), Nûr Hemdûş, Rezan Elî, Şiyar Hec Hisên, Fehîma Mistefa (47), Fîdan Mihemed Elî (70), Mistefa Mihemed (16), Hisên Mamiş (22), Ehmed Mûsa (45), Cîhan Reşîd (26), Omer Elî Hebeş (23), Lana Cuma (35), Lewend Şêxo (20), Diyana Cuma, Mihemed Hisên (30), Mihemed Îsa, Valya Elo (15), Emar Îbrahîm (30), Îbrahîm Cafer, Omer Şêxo (60), Îzedîn (62), Hemûde Hemûş (36), Hesen Hisên, Wîdad Mûsa (45) û Lemya Şabo (48).

Beriya niha rayderên nexweşxaneyê diyar kiribûn ku li herdu taxan  6 kesan jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA