​​​​​​​Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî Komploya Navneteweyî panelek li dar xist

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan panelek li Reqayê li dar xist.

​​​​​​​Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî Komploya Navneteweyî panelek li dar xist
5 sibat, 2023   14:23
REQA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşge a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa, endamên Navenda Giştî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê tev li panelê bûn.

Di panelê de şêwirmendê Meclisa Giştî ya Reqayê Kawa Mihemed behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Rêber Ocalan li Şam, Tikiyê û Ewropayê civîn û hevdîtinê li dar dixistin û banga mafên gelên bidest dikir. Ev civîn jî pergalên faşîst nerihet kir.”

Mihemed wiha domand: “PKK`ê kirin lîsteya terorê, ew jî li gorî berjewendiya Tirkiyê û gelek dewletan bû. Dewleta Tirk bi dîlgirtina rêber Ocalan xwest vîna gelan têk bibe ku di navbera wan de fikrê rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî belav bûye.”

Her wiha Mihemed destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan têkiliyên dostaniyê bi civak û hemû gelan re ava dikirin ji ber ku azadî, sosyalîzim û demokrasî bingeha rêgeza wî ya azadiyê bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke em vegerin destpêka tevgerê, em ê fêm bikin çawa Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Brîtanya, berpirsa komployê ye û bi hevkariya NATO û DYA`ê pêk anî. Destê van dewletan bi taybet Yewnanistan di komployê de heye.”

Di dawiyê de, Mihemed got: “Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina tecrîdê û têkbirina Komploya Navneteweyî dê ê bi hêz û vîna ciwanên xwe yên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan tê bikoşin. Mîna rêber di pirtûka xwe de nivisiye, Me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi ser kevin.”

Di dawiya panelê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

(dm-şx)

ANHA