​​​​​​​Dêrazor û Minbic bi girseyî tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn

Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Minbic û Dêrazorê dewam dike. Şênî bi girseyî tev li vê hemleyê bûn.

​​​​​​​Dêrazor û Minbic bi girseyî tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn
4 sibat, 2023   03:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di 22'yê Çileyê de hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da destpêkirin.

Girêdayî mijarê, endamê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê Mihemed El Şewax wiha got: "Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan dikeve 25 saliya xwe. Ji nêzî 23 mehan ve tu agahiyên me li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan tune ne. Dewleta Tirk a dagirker jî tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike. Bi wê re parêzer û malbatên wî bi fikar in."

El Şewax wiha domand: "Em Komîteya Azadiya Rêbertî têkiliya me yekser bi gelê herêmê re heye.  Gel hemleya komkirina îmzeyan ya ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bi girseyî pêşwaz kir."

El Şewaz wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dike, lê belê ev yek xwesteka hemû azadîxwazan e. Ji ber ku êdî rêber Ocalan li cîhanê sembol e."

Li aliyekî din jî Hevseroka Komîteya Hundirîn a Minbicê Wedhe El Casim wiha got: "Ji erka me ya exlaqî ye ku beşdarî vê hemleyê bin. Ji ber ku rêber Ocalan di oxira rizgarkirina gelên bindest de azadiya xwe da ser û girîngiyeke mezin da jinê û wateya rasteqîn a jiyana hevbeş nirxand. Ew yek di projeya neteweya demokratîk ku çareya yekane ya tevahî pirsgirêk û dozên asê yên li Rojhilata Navîn de pêşkêş kir. Em ê di çalakî û bangên xwe yên bidawîkirina tecrîdê de heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de dewam bikin."

'EM Ê HETA BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Her wiha Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Buseyne El Hisên wiha got: "Hemû dizanin ku tecrîda li dijî rêber Ocalan li dijî hemû qanûnên mirovî û exlaqî ye. Ji lew re em ji bo bidawîkirina vê tecrîdê beşdarî vê hemleya komkirina îmzeyan bûn."

Buseyne wiha domand: "Rola û pêşwazkirineke girseyî ji hêla şêniyên Minbicê di vê hemleyê de hebû. Hemû li ser berxwedan û têkoşînê bi israr in. Em jî hewl didin li qadan bin û dengê xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin."

Her wiha Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Dêrazorê Rewde El Ewad jî wiha got: "Tecrîda li dijî rêber Ocalan sûc e û divê sînorek jê re were danîn û dewleta Tirk a dagirker were cezakirin."

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê Ehmed El Norî wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê tecrîdê fikir û felsefeya rêber Ocalan ji derve qut bike. Lê fikrê wî li tevahî cîhanê belav bû, ne dagirker ne jî kesên din nikarin rê li pêş vê yekê bigirin."

Di dawiyê de hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê Emanî El Xidir tecrîda li dijî rêber Ocalan red kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir û wiha got: "Divê CPT rewşa rêber Ocalan a li Îmraliyê eşkere bike. Ji ber nixumandineke mezin heye û ji zêdetirî 22 mehan ve me tu agahî jê wernegirtine."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O2DyEnjYNX8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>