'YPJ di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke sereke radibe'

Ji fermandarên YPJ'ê Diljîn Kobanê diyar kir ku YPJ di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke girîng radibe û got "Dijmin li hemberî gelê me planên xwe yên qirêjî hene. Bersiva me diyar e û serkeftin dê ya me be."

'YPJ di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke sereke radibe'
1 sibat, 2023   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Diljîn Kobanê têkildarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê axivî. QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25'ê Çileyê de li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Reqa, Tebqa, Sirîn û Keramayê pêngav dabû destpêkirin. 

Diljîn Kobanê got piştgiriyeke mezin a gel ji pêngava wan re heye û anî ziman ku bi saya vê piştgiriyê pêşî li gelek êrişan hatiye girtin.

Diljîn Kobanê diyar kir ku di pêngavê de xwe gihandine gelek şaneyên girêdayî DAIŞ û MÎT’ê û got YPJ di operasyonê de bi roleke sereke radibe.

Fermandar Diljîn Kobanê got: “Wek YPJ me bi taybet xwest tev li vê operasyonê bibin. Rola sereke dikeve ser milê şervanên YPJ'ê. Cara ewilî hevalên me yên jin bersiv dabû êrişa çeteyan a li hemberî Reqayê. Ev ji bo me rûmetek e, her pêngava ku jin tê de cih digirin, ji bo me serkeftinek e.”

'PÊŞÎ LI ÊRIŞÊN GENGAZ HATE GIRTIN'

Diljîn Kobanê diyar kir ku bi operasyonan pêşî li êrişên gengaz hatiye girtin û got: "Gelê me destek da, me dilsoziya wan dît. Em ê jî her tim li cem gelê xwe bin."

Diljîn Kobanê îşaret pê kir ku li hemberî destketiyên gel planên qirêjî hene û wiha pê de çû: "Dijmin li hemberî gelê me xwedî planên qirêjî ye. Nirxên me dikin hedef. Bersiva me diyar e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê pêngavê de serketî bin.”

Her wiha fermandar Diljîn Kobanê diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de heta niha gelek çete hatine girtin ku di nav de berpirsên DAIŞ’ê jî hene û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.