Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qertemînî

Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Leyla Qertemînî û pêwîstiya şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan destnîşan kirin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qertemînî
Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qertemînî
Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qertemînî
Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qertemînî
30 ÇILE, 2023   13:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo konê sersaxiyê ya şehîd Leyla Qertemînî li pêşiya mala malbata wê ya li taxa Kornîş a Qamişlo veda. Bi sedan şêniyên bajêr, saziyên sivîl, endamên meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star a Qamişlo tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Ciwan Qamişlo, Mihemed Emîn di şexsê şehîd Leyla de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.

Mihemed malbata şehîd silav kir û got: “Malbata şehîd Leyla xwedî mîraseke mezin a welatparêzî û fedakariyê ye. Şehîd Leyla bi tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev mîras parast.”

Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan axivî û wiha anî ziman: “Dagirker û dijminan komployên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, ji bo ku vîn, şoreş û rêveberiya wan têk bibin.”

Ji bo têkbirina komployan, Zêdan pêwîstiya mezinkirina têkoşîna hevbeş a şêniyan û hêzên leşkerî destnîşan kir.

Li aliyekî din endama PYD`ê şaxê Qamişlo Samiye Xelîl got: “Şehîd Leyla ji bo malbat û welatê xwe tê koşiya. Neynika şoreşa Rojava û vîna jinan bû. Divê hemû jin şopdarên rêya şehîd û berxwedan û têkoşîna wê bin.”

Birayê şehîd Leyla Îbrahîm Qertemînî jî axivî û soza şopandina rêya xwişka xwe heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Têkildarî rola şehîd Leyla di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de, hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî wiha axivî: “Şehîd Leyla bi dirûşma Jin, jiyan, azadî tê koşiye û ji bo parastina jinan ji tundiyê xebitî.”

Hêjeyî bibîrixistinê ye ku şehîd Leyla Qertemînî sala 2016`an tev li nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bû, dayîka şervanê HPG`ê Rênas Tîlo ye û di 28`ê Çileyê de şehîd bû.

(şx)

ANHA