Kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe

Li Kobanê û Minbicê jî kampanyaya komkirina îmzeyan a bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir.

Kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe
Kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe
Kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe
Kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe
30 ÇILE, 2023   12:51
KOBANÊ

Li Kobanê jî kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Komîteyek ku ji endamên sazî û komînan hatiye avakirin, dê rojane îmzeyan kom bike.

Li Minbicê jî kampanyaya komkirina îmzeyan bi çavdêriya Akademiyên Civaka Demokratîk dest pê kir.

Berpirsê kampanyayê li Taxa Şehîd Xebat a Kobanê Xalid Mehmûd got: "Armanca me îmzeyên şêniyan kom bikin û radestî aliyên hiqûqî yên têkildarî mafên girtiyan, da ku îsbat bikin ku bi milyonan mirov bi Rêbertî re ne û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin."

Mehmûd banga tevlêbûna kampanyayê li şêniyan kir û got: "Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ji her kesî tê xwestin ku tev li kampanyayê bibin. Bi tevlêbûnê em dikarin hejmareke mezin a îmzeyan kom bikin."

(bb)

ANHA