​​​​​​​Li Pakistanê êriş: Bi dehan kuştî  û birîndar hene

Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di dema nimêja nîvro de li dijî mizgeftekê êrişeke xwekujî pêk hat. Li gorî texmînên destpêkê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 90 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Pakistanê êriş: Bi dehan kuştî  û birîndar hene
30 ÇILE, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema nimêja nîvro de li herêma Xetên Polîsan a bajêr li dijî mizgeftê êrişeke xwekujî hat kirin. Di êrişa bombeyî de mizgeft jî zirareke mezin dît û bi dehan kes birîndar bûn.

Ajansên nûçeyan belav kirin ku, herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 90 kes jî birîndar bûne.

Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.