Li Hesekê pêngaveke berfireh a paqijiyê

Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê pêngaveke berfireh a paqijiyê li bajarê Hesekê ragihand. Pêngav dê sibê dest pê bike.

Li Hesekê pêngaveke berfireh a paqijiyê
30 ÇILE, 2023   10:27
HESEKÊ

Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê pêngaveke berfireh a paqijiyê li bajarê Hesekê ragihand. Pêngava paqijiyê dê sibe dest pê bike û dê li 18 taxên bajar pêk were.

Endamên Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê û şêniyên bajar dê beşdarî pêngavê bibin. Pêngav ku ji saet 13:00’an heta 01:00ʹan dewam bike.

Di çarçoveya pêngavê de dê hawiyên çopê li ber dikan, xwaringeh, deverên giştî û peyarêyan werin danîn.

Her wiha dê belavokên li ser girîngiya paqijiyê li şêniyan werin belavkirin û afîş li cihên giştî werin daliqandin.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê Rustem Bekir bang li tevahî şêniyan kir ku di paqijiya bajar de bi şaredariyê re hevkar bin.

(bb)

ANHA